Sezgin Baran Korkmaz radestî Amerîkayê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Amerikayê ragihand, karsaz Sezgin Baran Korkmaz ê ku bi sipîkirina pereyan tê tohmetbarkirin bi armanca darizandinê ji bajarê Welsê ya Nemsayê ku li wê derê girtîbû radestî Amerîkayê hat kirin.
Ji Ragihandina Dozgeriya Welsê Dozger Silke Enzlmuller berî çend rojan ji ajansa fermî ya Tirkiyê re axivîbû û gotibû, Sezgin Baran Korkmaz destpêkê ji Welsê bo Vîyanayê wê bê şandin û roja Înê 15ê Tîrmeha 2022an jî dê radestî Amerikayê bê kirin.
Sezgin Baran Korkmaz yek ji wan karsazan e ku li Tirkiyê bi tohmeta sipîkirina pereyan derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û dest bi ser mal û milkê wî de hatiye girtin.
Peywendiya Sezgin Baran Korkmaz ligel hejmareke berpirsên AKPê hebû û çendîn wêneyên wî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî hene.
Li Amerîkayê jî derbarê Korkmaz de, ji ber tawanên spîkirina pereyan û revandina bacê dozek hatibû tomarkirin. Di çarçoveya wê dozê de, Amerîkayê ji Nemsayê xwestibû ku Korkmaz bê girtin. Li ser daxwaza Amerîkayê Korkmaz di 19ê Hezîrana 2021ê de li Nemsayê hate girtin.
Dadgeha Welsê ya Nemsayê 24ê Tebaxa 2021ê biryar dabû ku Sezgin Baran Baran Korkmaz, xwediyê Holdînga SBK ku bi sipîkirina 133 milyon dolarên Amerîkî tê tohmetbarkirin, radestî Tirkiyê bike.
Sezgîn Baran Korkmaz ji navçeya Dîgor a ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye û Kurd e. Derbarê perwerdeya Korkmaz de ti agahî nînin lê wek ew bi xwe dibêje, di 12-13 saliya xwe de diçe Stenbolê û demekê pêlavan boyax dike û herwiha li xwaringehan jî kar kiriye. Tê gotin ku destpêkê bi kirîna kargeha zeyta motoran dest bi bazirganiyê kiriye, piştre SBK Holding damezrandiye û kar mezin kiriye.