Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Efxanistan û Talîban li paytexta Qeterê li Doha dest pê kiribûn û meha Nîsana îsal dawî li wan hatibû. Li gorî zanyariyan careke din herdû aliyan dest bi danûstandinê kirine.
Li gorî zanyariyan, şandên herdû aliyan doh careke din li Dohayê civiya ne. Civîna wan ji aliyê Berdevkê Talîban ve jî hatiye piştrastkirin.
Piştî ku Talîbana beşdarbûna Konferansa Efxanistan a ku biryar bû li Stenbolê bihata kirin red kiribûn, dawî li hevdîtinên aştiyê hatibû û konferansa Stenbolê jî hatibû lipaşxistin.
Nûnerê Netweyên Yekbûyî yê Karûbarê Efxanistanê Deborah Lyons û Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Karûbarê Efxanistanê Zalmay Xelîlzad jî beriya niha çûbûn Dohayê û hewl dabûn ku hevdîtinên aştiyê berdewam bin.
Destpêkirina hevdîtinan di demekê de ye ku NATO hêza xwe ya serbazî ji Efxanistanê dikşîne.
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump meha Sibata sala 2020an li Dohayê peymanek bi Taliban re îmze kir û dawî li mîsyona şerê herî demdirêj ê dîroka Amerîka anî. Li gorî peymanê pêwîst bû ji 1ê Gulana îsal û pê ve hêzên Amerîkî û NATO ji Agxanistanê derkevin. Niha ew peyman tê cîbicîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse