NY: Şandina penaberan bo Ruwandayê binpêkirin e

Hewlêr (Rûdaw) – Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku plana Brîtanyayê ya şandina penaberan bo Ruwandayê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî, hewldana Brîtanyayê ya şandina penaberan ji bo Ruwanda ya li Afrîkayê wek `xwedizîn` a ji berpirsyariyê bi nav kir û destnîşan kir ku hewldanên Brîtanyayê nayên qebûlkirin.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel fermanek ji bo bicihanîna polîtîkaya şandina penaberan a hikûmetê derxistiye.

Cîgira Sekreterê Giştî yê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Julian Tiriges di hevpeyvîneke xwe de hewldana Brîtanyayê ya `xwedizîna ji berpirsyariyê` şermezar kir û got, "Ev nayê qebûlkirin."

Li gorî plana Brîtanyayê, hemû penaberên ku ji 1ê Çileya îsal û vir ve xwe gihandine Brîtanyayê, dê bişînin welatê Ruwanda ya Rojhilatê Afrîkayê.

Hikûmeta Brîtanyayê da xuyakirin ku dê di nava çend hefteyan de dest bi veguhestina penaberan bikin.

Heta niha herî kêm 160 rêxistin û komên mirovî bang li Hikûmeta Brîtanyayê kirine ku planê ji hev bixîne. Partiyên siyasî yên opozisiyonê jî rexne li siyaseta welatê xwe digirin.