Li cîhanê qurbaniyên cenosîdan çawa tên qerebûkirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Cîhana beriya hiqûqa navneteweyî cîhaneke bi navnîşana "mayîn ji bo yê herî xurt” bû. Tenê di nîvê yekem ê sedsala 20an de, nêzîkî 106 milyon kes bûne qurbaniyên cenosîd û nakokiyên navneteweyî û navxweyî.

Piştî ku Şerê Cîhanî yê Duyem nema, qanûn û peymanên navneteweyî bi hêz bûn, gelek yasa hatin derxistin ji bo ku berpirsên cenosîdê werin darizandin û qurbanî werin qerebûkirin.

Yek ji şêwazên qerebûkirina mexdûrên cenosîdê dayîna pere ye. Di sala 1991an de, Hikûmeta Almanyayê 5 milyar euro tazmînat da qurbaniyên Holokostê ku ji sala 1933an heta 1945an, şeş milyon Cihû ji aliyê Almanyaya Nazî ya bi serokatiya Adolf Hitler ve hatibûn kuştin.

Vegerandina saman û zeviyên rizgarbûyan rêyeke din a qerebûkirina cenosîda Rwandayê ya ku di sala 1994an de 800,000 kes hatin kuştin.

Kesên ku ji komkujiya Bosnayê rizgar bûn ku ji sala 1992an heta 1995an 100,000 kes tê de hatin kuştin, bi şêwazeke din bi tamîrkirina binesaziyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, hat qerebûkirin.

Kesên ku ji qirkirina Kamboçyayê ya 1975-1979an rizgar bûn ku 1,7 mîlyon mirov tê de hatin qetilkirin, bi çavdêriya bijîşkî û tedawiya psîkolojîk hatin qerebûkirin.

Di Gulana 2021an de Hikûmeta Almanyayê ji gelê Namîbyayê lêborîn xwest, jenosîd nas kir û biryar da ku 1,1 mîlyar euro ji bo qerebûkirina jenosîda 1904-1908an a li Namîbyayê ku 100 hezar kes tê de hatin kuştin, bide.

Wezîrê Derve yê Almanyayê yê berê Heiko Maas dibêje, “Em van bûyeran bi navê jenosîd bi nav dikin. Li gorî vê em berpirsyariya xwe ya dîrokî nas dikin.” Lê beşeke neviyên qurbaniyan wergirtina pereyan qebûl nekirin û daxwaza vegerandina zeviyên xwe kirin.

Rukambe Uzukwani ku ji neviyên mexdûrên jenosîda Namîbyayê ye got, “Zeviyê me tune. Spîçerman dest danîne ser xaka me. Welatiyên Alman ên li vir in, li ser axa me ne.”

Çêkirina abîdeyan û muzeyan, perwerdekirin û derfetên kar ji bo rizgarbûyên jenosîdê awayên din ên qerebûkirinê ne.