Li Maliyê kanzaya zêran hilweşiya û 48 kes tê de mirin

Kanzaya zêran / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Maliyê kanzayeke zêran hilweşiya û li gorî encamên destpêkê, 48 kes tê de mirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, li nêzîkî bajarokê Keniebayê yê li herêma Kayesê kanzayeke zêran  a berê ji aliyê şîrketa Çînî ve dihat şixulandin, hilweşiya.

Di bûyerê de li gorî encama destpêkê 48 kes mirin.

Hat diyarkirin, komeke jinan xwest têkevin kana ku vekirî hatibû hiştin û ji xwe re li zêran bigerin lê kanza bi ser wan de hilweşiya.

Hat ragihandin, xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

Meha Kanûna Paşîn jî li başûrê welêt di kanzayeke zêran a qaçax de hezaz çêbûbû û herî kêm 10 kes miribûn.