Şer têkçûn e: Nêçîrvan Barzanî dê bi serokên cîhanî re li ser aştiyê biaxive
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe, çû Almanyayê.
Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew îro çû Munîhê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.
Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de dê gelek mijarên ewlehiyê werin nirxandin û Nêçîrvan Barzanî dê bibe dengê Herêma Kurdistanê.
Di van hevdîtinan de dê gelek mijarên wekî “pêwendiyên dualî, pêşvabirina hevkariyê, parastina aştî û aramiyê li Îraq û Rojhilata Navîn û astengkirina kaosê” werin guftûgokirin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 60emîn, 16ê Sibatê dest pê dike, “Şerê Rûsya û Ukraynayê, alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn, kêmbûna rola Ewropayê ya li cîhanê” mijarên sereke yên konferansê ne.
Tê çaverêkirin ku îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bîn Casim Al Sanî rebicive.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di hevdîtinên xwe yên di çarçoveya kobferansê de bi lîderên cîhanê re “Pêşxistina pêwendiyan, têkoşîna bi terorê ew, karkirina hevbeş di warê ewlehiyê de, giringiya xebatên hevbeş ji bo parastina aramî û aştiya li Îraq û Rojhilata Navîn û dûrxistina wan ji alozî û pevçûnên zêdetir, konferansê gotûbêjan bike.”
Dirûşmeya sereke ya konferansê ew e ku şer ji bo her kesî têkçûn e û serkirde dê gotûbêj bikin ka çawa dikarin bi hev re vê şikestinê derbas bikin û bi diyalogê aştiyê pêk bînin.
Ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, konferansa ewlehiyê di demek krîtîk de tê ku her du jî ketine ber çirûskên şerê Xezayê ku di mehên borî de êrişên dronî û mûşekî ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve û êrişên tolhildanê yên Amerîkayê hate dîtin.
Serok Nêçîrvan Barzanî duh li Munchenê yekem civîna xwe ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî pêkanî.
"Lose-Lose (Bixesire-Bixesire)"
"Di rewşa heyî a gerdûnî de her kes dixesire. Berjewendiyên neteweyî rê li ber hevkariya gerdûnî digirin."
Di vê navberê de, Rapora Ewlehiyê ya Munîhê ya 2024an beriya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi sernavê “Lose-Lose” hat weşandin ku tê de mijarên parastin û siyaseta derve dê bên nîqaşkirin.
Giringiya konferansa îsal çi ye?
- Ev 60emîn salvegera konferansê ye. Konferansa yekemîn di sala 1963yan de pêk hat.
- Ji bo kombûna berpirsên bilind ên welatan û pisporan ji bo niqaşkirina pirsên germ ên ku bandorê li ser ewlehiya cîhanê dikin konferanseke mezin e.
- Konferans di heman demê de platform û derfetek e ji bo danûstandin û dîtina çareseriya gelek pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê.
Mijarên sereke yên ku di konferansê de bêne gotûbêj kirin ev in:
- Aloziyên jeopolîtîk û zêdebûna nediyariya aborî
- Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û metirsiyên girêdayî wê
- Gefên ewlehiyê yên din: guherîna avhewa û êrîşên sîber
- Pêşeroja sîstema navdewletî û hemahengiya cîhanî
- Encamnameya rapora Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Rewşa Rojhilata Navîn
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê rapora xwe ya salane li ser ewlehiya cîhanî û pirsgirêkên wê diweşîne. Li ser Rojhilata Navîn, rapora îsal wiha ye:
- Beriya şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, nêzîkbûneke girîng di navbera Îsraîl û welatên Ereb de hebû, ku rewşa jeopolîtîk li Rojhilata Navîn guherand.
- Hevkarî û hevrêziya di navbera welatan de bûye sedema berjewendiyên hevpar ên aborî û aramiya siyasî
- Welatên Rojhilata Navîn di navbera hêzên cîhanê de wek pirekê tevdigerin û nexwestin ku alîgirê ti rikeberekê bin lê alozî berdewam bûn.
- Zêdebûna lêçûnên leşkerî delîl e ku bêbawerî hîn li herêmê berdewam dike.
- Hewldanên Îranê yên ji bo bidestxistina çekên nukleerî û komên çekdar ên wekîlê wê ji bo Îsraîl û Erebîstana Siûdiyê jî dijwariyek e.
- Erebistana Siûdî hewl da ku ji gefa Îranê dûr bikeve û di heman demê de têkiliyên bi Îmaratê re xirabtir bûn
- Şerê di navbera Hemas û Îsraîl de hişt ku nêzîkbûna li herêmê ber bi paşerojeke ne diyar ve here û şer gefê li tundûtîjiya berfireh a herêmî dixwe.