Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf civiyan

Munich (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Almanyayê bajarê Munichê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf civiya.

 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed  Cewad Zerîf civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî bidawîhatina civînê ji Rûdawê re ragihand, ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêşde bixin û derbarê civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê de jî got ku di civînê de pirsên navçeyê û bi taybetî Sûriyê gotubêj kirin.

 

 

 

Herwiha Mesrûr Barzanî li gel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiya.

 

Di roja duyem a civînên Konferansa Asayişê ya Munichê de Mesrûr Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen li Munichê civiyan.

 

Mesrûr Barzanî îro li gel beşek ji parlementerên Almanyayê civîn pêk anîn.