Wezîra Karên Derve ya Almanyayê derbarê DAIŞiyên li Rojava hişyarî da
Hewlêr (Rûdaw) - Annalena Baerbockê got, "Divê civaka navneteweyî li herêmên ku beşeke wan ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin, rê nede ku bi hezaran DAIŞiyên girtî li Sûriyeyê, herêmê û li vê derê pirsgirêkan derxin."
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji medyaya welatê xwe re derbarê bûyerên li Sûriyeyê de axivî.
Baerbockê ji alîgirên rejîma Esed daxwaz kir ku neçin Almanyayê û eger biçin dê ji ber tawanên kirine bêne darizandin.
Her wiha Baerbockê derbarê DAIŞiyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hişyarî da û got:
"Divê civaka navneteweyî li herêmên ku beşeke wan ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin, rê nede ku bi hezaran DAIŞiyên girtî li Sûriyeyê, herêmê û li vê derê pirsgirêkan derxin."
Li aliyê din, Annalena Baerbockê ragihand ku divê Sûriye nebe topa lîstîkê ya hêzên biyanî û qada ceribandinê ya hêzên tundrew û pêwîst e saziyên ewlehî û îstixbaratê yên welatên cuda niha di nav hevkariya herî zêde de bin.