Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de sizayên wî welatî yên li dijî Tirkiyê aşkere kiriye û ragihandiye, sê wezîrên hikûmeta Tirkiyê hatine sizadan ku yek ji wan Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ye.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye gotin, ku fermana serokatiyê gihîştiye destê wan, ji bku sizayên li dijî Tirkiyê bêne sepandin û bêne cîbicîkirin.
Li gor daxuyaniyê, hersê wezîrên Berevanî, Navxwe û Enerjî yên Tirkiyê ji ber êrîşa wî welatî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve têne sizadan.
Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dibêje, operasyona leşkerî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) metirsî li ser sivîlan çêkiriye û herwiha kempîna navdewletî ya li dijî DAIŞê lawaz kiriye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî daye Tirkiyê ku eger li ser operasyona xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam be, Waşington dê sizayên zêdetir bi ser Enqerê de bisepîne û daxwaz dike, ku Tirkiye demildest operasyona xwe ya bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê rawestîne.
Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî şeva bihorî derengiya şevê di daxuyaniyê de aşkere kiribû,ku di demeke nêzîk de ew dê biryara sizadana çend berpirsên niha û berê yên Tirkiyê îmze bike û “siza dê wan kesan li xwe bigire ku alîkariya çalakiya neseqamgîr a Tirkiyê li Sûriyê didin.”
Trump herwiha diyar kir: “Em dê danûstandinên xwe yên li gel Tirkiyê yên derbarê rêkeftina xwe ya bazirganî ya bi bihayê 100 milyar dolarî li gel Tirkiyê rawestînin. Herwiha em dê baca ser pola jî %50 zêde bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse