DJVyê hişyarî da rojnamegeran: Neçin Tirkiyeyê!

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Rojnamegerên Almanyayê (DJV) hişyarî da rojnamegerên wî welatî daku ji bo kar û geştê neçin Tirkiyeyê.

DJVyê ev hişyarî piştî ku Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut li Tirkiyeyê hat desteserkirin da.

Li gorî zanyariyên ji aliyê medyaya wî welatî ve hatine belavkirin, DJVyê Frank Uberall duh bi daxuyaniyekê ragihand:

“Eger li Tirkiyeyê parêzbendiya parlamenterekê jî nikare wê ji desteserkirinê biparêze, ji bo rojnamegeran metirsî gelekî mezintir e.”

“Kesên Erdogan rexne kiriye bila neçin Tirkiyeyê”

Frank Uberall bang li hevpîşeyên xwe yên rojnameger kir û got:

“Rojnamegerên ku heta niha di nûçeyên xwe de û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Tirkiye, serokkomarê wê Erdogan û partiya deshilatê rexne kiribin, ji ber ku metirsî gelekî zêde ye bila neçin Tirkiyeyê.”

“Kurd û Elewî tên girtin”

Heman rojê Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê jî di civîna çapemeniyê ya hikûmeta federal de, li ser mijarê axivî:

"Demeke dirêj e li Tirkiyeyê desteserkirin û girtinên kêfî, bi taybetî desteserkirina Kurdan, Elewî û muxalefetê çêdibin û ketina wan a wî welatî tê qedexekirin û tên vegerandin.

Li wî welatî ji bo kesek bê girtin an bê desteserkirin parvekirineke li ser medyaya civakî dikare bes be û dikare bê gotin ku heqaret li serokkomar kiriye."

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê hatibû desteserkirin

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut destpêka meha tebaxê dema çûbû Tirkiyeyê hatibû desteserkirin.

Herçiqasî gotibû ez parlamenter im lê dîsa jî nehatibû berdan.

Piştî hewldanên Wezareta Derve ya Almanya û nûneratiya wî welatî ya li Tirkiyeyê Akbulut hatibû berdan.

Serdozgariya Komarê ya Qeyseriyê, ji ber 4 parvekirinên li ser medyaya civakî yên di sala 2019an de, bi hinceta "propagandeya rêxistinê" derbarê Akbulutê de lêpirsîn dabû destpêkirin û Akbulut bi wê hincetê hatibû desteserkirin.