Hewlêr (Rûdaw) - Bajrê Meydanşar, navenda wîlayeta meydana Werdek e li Başûrê rojavayê Efxanistanê ku 15 kîlometreyan ji Kabulê dûr e, û niha di destê Talîbanê de ye.
Cadeyên sereke yên paytexta Efxanistanê bajarê Kabulê vala ne û tirseke zêde di nav beşeke zêde ya xelkê wê de çêbûye.
Serokê Efxanistanê ji bo bilindkirina moralê hêzên xwe û revandina tirsê di nav xelkê de, peyamek di televizyonê de belav kir.
Serokê Efxanistanê Eşref Xenî dibêje: “Ez dizanim ku hûn ji rewşa niha û pêşerojê nîgeran in; ez wek serokê we baweriyê didim we ku dê armanca min rêgirtina li nearamî, tundûtijî û derbiderbûna zêdir a xelkê me be.”
Li firokexaneya navdewletî ya Kabulê; firoke li pey firokeyê dîplomatên biyanî û beşeke Efxaniyan dibin derve.
Hejmareke wergêrên Efxanî ku hêj jî karûbarên wan ên vizeyê temamnebûne, li aliyekê firokexaneyê rawestane û daxwaza alîkariyê ji Amerîkayê dikin.
Wergêrê hêzên Amerîkayê yê bi navê Elî got: “Me xizmeta hêzên Amerîka kir. Me xizmeta Amerîka û hêzên hevpeymanan kir. Ew jî divê ageh li me bin. Niha dora me ye ku alîkarî ji me re bê pêşkêş kiriin.”
Talîbanê duyem û sêyem mezintirîn bajarên Efxanistanê kontrolkirine ku Qendehar û Hîrat in, niha çavê wê li Kabula Paytext e.
Piştî kontrolkirina 4 navendan tenê di rojekê de, niha Talîbanê nîviya navenda 34 wîlayetên Efxanistanê di dest de ye. Hevdem herî kêm ji sedî 75ê axa Efxanistanê kontrol kiriye.
Di girtevîdyoyekê de diyar dibe ku çekdarên Talîbanê li nav koşka parêzgarê Nemruzê, bêhnvedanê dikin û her çi xwarina di hindirê wê hebe de derxistine û dixwin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse