Pispor: Civîna Biden û Putin aloziya navbera wan kêm dike

Hewlêr (Rûdaw) – Rojek bo civîna Joe Biden û Valdimir Putin, serokên du welatên mezin û bihêz ên cîhanê, Amerîka û Rûsyayê maye ku dibe yekemîn civîna navbera wan ji dema ku Biden serokatiya Amerîkayê wergirtiye. Pispor dibêjin, civîna Biden û Putin dê aloziyên navbera Waşington û Moskowê kêm bike.

Vyacheslav Nikonov, Endamê Parlamentoya Rûsyayê bi hevdîtina roja 16ê Hezîranê ya di navbera Putin û Biden de geşbîn e û dibêje, her nebe dê heta astekê pêwendiyên herdu welatan aram bibe.

Vyacheslav Nikonov got: “Pêşbînî dikim bi vê civînê peywendiyên navbera herdu aliyan heta astekê aram bibin. Heta niha peywendiya navbera serokên yek li pey yek ên Amerîka û Rûsyayê her xirab bûye, lê di wê baweriyê de me civîna Biden û Putin wê keş û hewaya bijehr heta astekî aram dike.”

Êrîşên elekronîk ên Rûsyayê, aramî di nav îdareya Biden de lawaz kiriye ku tevgera Putin neguncaw bi nav dike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden rexneyên tûj li Rûsyayê û Putin bi xwe digire û dibêje: “Hêvîdar im Serok Putin bigihe wê baweriyê ku guherîna nerîna cîhanê derbarê wî de dikeve berjewendiya wî. Pirs ew e gelo Putin amade ye recftarên xwe bi awayekî biguhere ku ligel reftarê serokê welatekî guncaw bin an na.”

Biden soz daye di wê derbarê de xeta sor bo Putin deyne û Putin jî dibêje, ew ji bo rêkeftinê amade ye. Dibe Putin bixwaze derfetekê bide Biden daku peywendiyên nîvmirî yên navbera wan zindî bihêle.

Vladimir Putin ragihandiye: “Divê em hewl bidin rêya aramkirina peywendiyên xwe yên ligel Amerîkayê bibînin, ji ber îro peywendî di asta herî nizim de ne.”

Yek ji girêkên kor ên welatên rojavayî û Rûsyayê, Ukrayna ye. Serokê Ukraynayê, Zelensky xewnê bi endambûna NATOyê dibîne, Putin jî hewl dide rê li wê yekê bigire.

Biden, Zelenskyy vexwendiye Koşka Spî û niha hêvîya Zelensky jî bi Washingtonê zêde ye.

Dmitry Suslov, Rêveberê Navenda Ewropayê Bo Lêkolînên Navdewletî jî wiha dibîne, ku hem Amerîka û hem Rûsya pêwîstiya wan bi wê yekê ye, bo demekê aloziya navbera xwe kêm bikin.

Suslov dibêje: “Rûbirûbûna navbera welatan bêguman her dimîne, lê di dawî de pêdiviya Amerîka û Rûsyayê jî bi aramiya hinek navçeyan heye, yan dikarim bibêjim dibe ku pêwistiya wan bi wê be rûbirûbûnên xwe bo demekê ragirin û paş bixin.”

Li aliyekî nêzîkbûna Moskow û Pekînê, ji aliyê din Îran, Tirkiye, Sûriye, Deryaya Spî, Efxanîstan û çend dosyayên din ên aloz hene ku eger hêvî bi civîna roja 16ê vê mehê ve bê girêdan, dibe neçe serî.