ALMANYA - Newroza herî mezin li Kolnê tê pîrozkirin
Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê Newroza herî mezin a îsal 21ê Adarê li bajarê Kolnê tê pîrozkirin.
Hefteya bê li bajarê Kolnê yê Almanyayê cejna Newroza diyasporayê ya herî mezin û herî berfireh tê lidarxistin.
Bi hezaran Kurdên li diyasporayê ji seranserê Ewropayê dê herin Kolnê û beşdarî cejna mezin bibin.
Ji niha ve gelek kesan li wê deverê hotel girtine yan jî pêwendî bi kes û kar û nasên xwe yên li herêma Nordrhein-Westfalenê re kirine ji bo ku li cem wan bimînin û bi hev re biçin cejna Newrozê.
Ne tenê Kurd in ku bêriya wê rojê dikin.
Pîrejina Alman a bi navê Kristiana Epstein jî diyar ku ew şemiya hefteya bê dê ji bo Newrozê here Kolnê.