Putin û Esed dê li Moskowê bicivin
Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku îro Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Sûriyê Beşar Esed li Moskowê bicivin.
Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî ragihand, şeva borî Beşar Esed gihîşt Moskowê.
Kremlînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand “Di 15ê Adarê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive. Pirsên niha yên girêdayî zêdetir pêşxistina hevkariyên Rûsî-Sûrî di warên siyasî, bazirganî, aborî û mirovî de û hêviyên çareseriyeke berfireh a rewşa Sûriyê û derdora wê dê bên gotûbêjkirin.”
Armanca Putin lihevkirina Erdogan û Esed e
Pisporên Rûs ji Rûdawê re diyar kirin ku di hevdîtina her du serokan de dê mijara alîkariya ji bo Sûriyê ji ber erdhejê were rojevê. Lê belê tê ragihandin ku armanca Putin lihevkirina Beşar Esed û Recep Tayyîp Erdogan e.