Kesên ku bi qaçaxî herin Brîtanyayê dê nikaribin bibin welatî

Dusseldorf (Rûdaw) - Nerazîbûnên li hemberî biryareke nû ya Brîtanyayê ku dê ziyanê bigihîne bi sedan koçberên Kurd jî, zêdetir dibin.
Hemû kesên ku bi awayê ne qanûnî (çi bi qayik çi bi kamyonan) çûne Brîtanyayê, tu carî nabin xwediyê welatînameya wî welatî.
Digel biryara nû ya Hikûmeta Brîtanyayê ji bo kesên ku xwe bi qayik an kamyonan digihînin Brîtanyayê, vê hefteyê 164 koçberan xwe bi 5 qayikên biçûk gihandine wî welatî.
Destpêka vê hefteyê, Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê rênimayiyên nû ji bo karmendên ku biryarê li ser dosyeyên koçberan didin, şand.
Di rênimayiyê de hatiye ku her koçberekî ku bi awayekî ne qanûnî (yanî bi ti rêya qaçax) hatibe Brîtanyayê, bi awayekî otomatîk mafê dayîna welatînameya (yan pasaport yan jî welatînî) wî nîne û daxwaza wî dê bê redkirin.
Yên beriya 10ê Sibatê li xwe nagirin
Rênimayî wan kesên ku beriya 10ê vê mehê welatînameya xwe wergirtine yan daxwaz kirine, li xwe nagire.
Wekî rêxistinên ku mafên koçberan diparêzin li Brîtanyayê dibêjin, biryar dê zêdetirî 71 hezar kesî li xwe bigire.
Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê dibêje, ew dixwaze bi vê rêyê pêşî li wê yekê bigire ku kesên ku bi qaçaxî tên Brîtanyayê rojekê ji rojan bibin xwediyê welatînameya wê.
Stella Creasy, parlamentera ji bajarê Londonê, dibêje ku ev rênimayî ne mumkin e bê bicihanîn.
Creasyê diyar kir nabe ku tu ji aliyekî ve mafê penaberiyê bidî kesekî û ji aliyê din ve wî ceza bikî û nehêlî bibe welatiyê Brîtanyayê.
Biryara Rwandayê
Gelek kes dibêjin ev rênima (yan biryar) wekî biryara şandina koçberan a ji bo Rwandayê ye û di dawiyê de dê bê betalkirin.
Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê yek ji wan saziyên ku ji vê hefteyê ve ketiye nav liv û tevgerê ji bo dîtina rêyeke qanûnî ji bo astengkirina bicihkirina biryarê.
Hawjîn Mistefa, berpirsê şopandinê li wê komeleyê mêvanê Diyasporayê bû, got:
"Ev biryar wan hemû kesan digire ku bi qayik û kamyon an bi awayê qaçax hatine yan xwe di kamyonan de veşartine yan bi her awayekî ne qanûnî gihiştine Brîtanyayê."
Di hûrgiliyên biryarê de, ev rêbaza nû wan kesan nagire ku bi vîzeya qanûnî hatine, çi vîzeya malbatî be, çi ya xwendinê be, çi ya kar be yan ya yekgirtina malbatan be.
Biryar zarokên din 14 salî de li xwe nagire
Her wiha zarokên di bin 14 salî û ew zarokên ku di rê de ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine bikaranîn jî nagire.
Derbarê dengoya ku penaberên siyasî nagire, Hawjîn Mistefa tekez kir ku ti awarteyek ji bo penaberên siyasî di rêbazê de nehatiye kirin.
Hawjîn Mistefa amaje bi wê yekê jî kir ku biryarê cudahî nekiriye û wan hemû kesan digire ku piştî 10ê Sibatê daxwazê pêşkêş dikin û hemû daxwaz dê bên redkirin eger ew kes bi awayekî ne qanûnî hatibe.
Ev jî dê bandoreke mezin li ser jiyana bi hezaran kesî bike ku bi salan e li Brîtanyayê bi cih bûne û xwedî kar û malbat in.
Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê niha hemû hewlên xwe xistiye gerê û hevkariyê dike digel rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî rêxistinên piştgiriya penaberan, ji bo ku biryarê bibin dadgehên Brîtanyayê bi armanca îtîrazkirin û betalkirina wê.
Berpirsê şopandinê yê Komeleya Kurdî dibêje ku ev ne cara yekem e ku rêxistin li dijî qanûn û biryarên dijî penaberiyê derdikevin.
Di mînakên serkeftî yên berê de, qanûna Rwandayê di kabîneya berê ya hikûmeta muhafizekaran de piştî pejirandin û girtina çend kesan, ji aliyê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê ve hat betalkirin.
Çendîn qanûnên dijî penaberiyê yên din jî di salên borî de hatine betalkirin, ev jî hêviyekê dide rêxistinan û civaka Kurdî ji bo derketina li dijî vê biryara nû.
Berpirsê şopandinê yê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mistefa dibêje îhtîmaleke mezin heye ku li Dadgeha Bilind a Brîtanyayê yan biryar bê betalkirin an guherînên berbiçav tê de bên kirin.
Mistefa tekez jî kir ku biryar li dijî qanûnên mafên mirovan e li cîhanê û Brîtanyayê û ne tenê penaber li dijî ne, lê welatiyên Brîtanyayê jî nerazîbûnê nîşan didin û piştgiriya mafên penaberan dikin.