Fee Roth: Divê koçber bibin beşeke civaka Almanyayê

Bochum (Rûdaw) - Namzeda Partiya Xirîstiyanan a Demokrat (CDU) ya Bochumê Fee Rothê got, “Divê koçber bi rêya xebat û perwerdeyê bibin beşeke civaka Almanyayê.”

Fee Rothê ji Rûdawê re ragihand ku di mijara koçberan de dijwariyên mezin hene û carinan nayê zanîn ka kî tê welatê wan lê ji bo ku koçber tevlî civakê divê hemû hewl bên dayîn.

Rothê detnîşan kir ku koçber dikarin bi rêya kar û perwerdeyê tevlî civakê bibin.

Namzeda CDUyê diyar kir ku tevlîbûna koçberan a nav civakê dê roleke girîng bigerîne.

Li gorî wê, divê hemû astengiyên li pêşiya karên koçberan werin rakirin da ku bibin beşeke civakê.

Fee Rothê daxuyand, “Divê rê li ber vê yekê jî were vekirin ku koçber karibin bibin beşek ji civaka Almanyayê û ev dê tiştî hêsantir bike.”

Rothê got ku Partiya Xirîstiyanan a Demokrat (CDU) her tim piştgiriya parastina kêmîneyan kiriye û dê wiha jî berdewam bike.

Hilbijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê dê 23yê Sibatê werin kirin.

Partiyên siyasî karên xwe yên propagandayê dikin û hewl didin xelkê ber bi xwe ve bikişînin.

“Tenduristiya xelkê girîng e”

Fee Rothê amaje pê kir ku ji bo tenduristiyê jî planên wan hene û got:

“Divê çavdêriya tenduristiyê ya guncav li gundan jî hebe çimkî tenduristiya xelkê girîng e.”

Rothê anî zimên ku pêwîst e Almanya piştgiriya sektora pîşesaziyê bike da ku bikaribe di asta navneteweyî de pêşbirkê bike.

Li gorî wê divê ji bo şirketên enerjiyê biha guncav bin û zêdebariya burokratîk a li pêşiya wan bê sivikkirin.