Kurd hewl didin di siyaseta Brîtanyayê de xwe bi hêz bikin
London (Rûdaw) - Kurdên alîgirên Partiya Karkeran a Brîtanyayê li hev civiyan.
Kurdên alîgirên Partiya Karkeran a ku niha desthilat e li Londonê civiyan.
Wan di merasîmekê de nexşerêya xwe ya ji bo ku bandoreke zêdetir li partiya xwe bikin eşkere kir.
Merasîm ji aliyê koma "Kurds for Labor" ve hat lidarxistin ku nêzîkî 15 sal berê hatibû avakirin.
Berpirsê vê komê Serbaz Berzincî ye ku endamê niha û berpirsê berê yê Şaredariya Lambethê ya Londonê ye.
Rûdawê ji Serbaz pirsa "Di parçebûna Kurdistanê de rola Brîtanyayê hebû û niha jî siyaseteke wê ya bihêz a piştgiriya Kurdan nîne, hûn dikarin çi bikin?" kir.
"Em dixwazin bibin beşek ji darijandina siyaseta Partiya Karkeran”
Serbaz Berzincî got ev bûyer di dîrokê de qewimîne lê eger komeke wekî ya wan hebûya dibû ku vî tiştî rû nedaba û li pey çû:
"Em dixwazin bibin beşek ji darijandina siyaseta Partiya Karkeran da ku bandora me hebe û em nehêlin ew bêbextî careke din dubare bibin ku bi awayekî destê Brîtanyayê di wan de hebû.”
Îbrahîm Doguş Kurdekî navdar ê ji Bakurê Kurdistanê ye û di nav raya giştî ya Brîtanyayê jî nav û dengê wî heye.
25 sal in ku Îbrahîm di nav Partiya Karkeran de ye.
Ew venaşêre ku di nav Partiya Karkeran de tiştekî bi navê “pirsgirêka Kurdan” nîne.
Kurdên Brîtanyayê yên ku dengder û hevbîrên Partiya Karkeran in dixwazin dewlet û aliyên hikûmetê, Parlamento û Meclisa Pîran bibin dostê Kurdan û piştgiriyê bidin mafên gelê Kurd.