LOS ANGELES - Tîmên agirvemirandinê ji bo agirekî nû dernekeve dixebitin

Los Angeles (Rûdaw) - Li bajarê Los Angelesê yê Californiayê piştî hefteyekê agirê mezin hema bêje hatiye kontrolkirin û tîmên agirvemirandinê ji bo agireke nû dernekeve dixebitin.

Tîmên agirvemirandinê ji 7ê Kanûna Paşîn a 2025an ve li çend deverên cuda yên derdora bajarê Los Angelesê rûbirûyî agirê mezin bûn.

Tîmên agirvemirandinê hîn li qadên şewitî li ji bo agirekî nû dernekeve dixebitin.

Agirê mezin hatiye kontrolkirin

Agirê mezin hatiye kontrolkirin lê dibe ku bayeî nû were û careke din agir gur bike.

Endamê tîma agirvemirandinên Bryan Partlow got:

“Em di nav hemû navnîşanên ku ji me re destnîşan kirin re de derbas dibin û hewl didin bibin alîkar û her tiştê ku ji destê me tê em dikin.

Em paşê li cihên agirên biçûk jî digerin ji ber ku hinek xanî pir mezin in û li jêrzemîna wan hîn jî agirên biçûk hene.  

Em ji ber vê yekê bi rastî hewl didin. Em îşev li benda ba ne.”

Endamê agirvemirandinê Jeron jî got, “Ji ber vê yekê em li kêleka agir in. 

Li milê min ê çepê qada çiyayî şewitî ye. Ji ber vê yekê em li kêleka agir digerin, li cihên agir didome digerin.”

Ji 12 hezarî zêdetir mal şewitîn

Her çi qasî ji 12 hezarî zêdetir mal, bi hezaran otomobîl, dar, bax û baxçe şewîtî bin jî tîmên agirvemirandinê karê xwe li hemberî agirekî nû didomînin ji ber ku agahiyên keş û hewayê dibêjin dê bayekî nû were û dibe ku agir dîsa gur bike.

Li gorî agahiyên fermî, heta niha 24 kes ji ber van agiran mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne û zerere agir jî bi milyar dolaran e.

Li taxa Palisadeyê ji ber agir 200 hezar kes koçber bûne û tê çaverêkirin dê li taxa Eatonê jî 200 hezar kes koçber bibin.