YE ji bo parastina sînoran 220 milyon euro weke piştgirî dide Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ji bo kontrolkirina sînorên Tirkiyê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, dê 220 milyon Euro weke alîkariyê bide. Piştgiriya îsal ya Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyê bi tevahî gihîşt 1,2 mîlyar euro.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyeê de ragihand ku bi pakêta dawîn a ku roja borî hatî qebûlkirin, di sala 2022an de piştgiriya YEyê ya di çarçoveya bernameyên penaberan û rêvebirina sînoran de li Tirkiyê gihîştiye 1,2 milyar euro.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “220 milyon euro dê ji bo piştgirîkirina tedbîrên zêde yên kontrolkirina sînor ên li ser sînorê Rojhilatê Tirkiyê (Rojhilatê Kurdistanê) bê dayîn. Di çarçoveya vê bernameyê de, ji bo li ser sînorên Iraq û Îranê bircên çavdêriyê, kamera, pergalên ronahiyê bên danîn û lêçûnên ji bo perwerdehiya rûbirûbûna pelên koçberiyê dê bêne fînansekirin.”

Hat destnîşankirin ku ev fon beşeke lê zêdekirî ji berdewamiya piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo penaberên li Tirkiyê ye.