Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon daxwaz kir ku kesên di ber bikaranîna çekên kîmyewî de li Sûriyê berpirsin bêne sizadan.
Ki-moon herwiha got ku êrîşên kîmyewî binpêkirineke tirsnake li dijî yasayên navdewletî û ew wek tawaneke li dijî nirxên mirovane yên cîhanî hejmartin.
Sekreterê Giştî yê NY rapora dawî ya lêkolerên navnteweyî, ku bikaranîna çekên kîmyewî li derdora Şamê di tebaxa borî de piştrast dike, li pêş Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêş kir.
Di raporê de hatiye gotin ku belge hene çekên kîmyewî li Xûte, Xan el-Esel, Cober, Seraqib û Eşrefiyet Sehnaya hatine bikaranîn.
Piştî biryara Konseya Ewlekariyê ya ser bi NY ve, di cotmeha borî de, lêkolerên navneteweyî dest bi têkbirina çekên kîmyewî yên Sûriyê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse