Termê xwişka Donald Trump li mala wê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Termê xwişka serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, Maryanne Trump Barryê (86) li mala wê hat dîtin.

Dadwera malnişîn Maryanne Trump Barry, xwişka mezin a Donald Trump bû.

Wê hem gelek rexen li Trump digirtin hem jî ew diparast.

Hat ragihandin ku termê Maryanne Trump Barryê îro berê sibehê saet 04:00an li mala wê hatiye dîtin.

Heta niha li ser sedema mirina wê ti agahî nehatine dayîn.

Li aliyê din, Maryanne bi gotinên xwe yên ku ji bo Trump gotibû, “Mirovê herî xeternak ê cîhanê, zordest û bêprensîp” hatibû naskirin.

Birayê herî biçûk ê Trump, Robert Trump Tebaxa 2020î miribû.

Birayê wî Fred Trump Jr. jî Îlona 1981ê miribû.