FARC ji lîsteya terorê hat derxistin

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Ewropayê (YE) Hêza Çekdar a Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) ji lîsta rêxistinên terorê derxist.

 

Berdevka Konseya Yekîtiya Ewropayê Virginie Battu ragihand ku piştî îmzekirina rêkeftina aştiyê ya li gel Kolombiyayê û herwiha bidawîbûna çalakiyên tundûtîjiyê û beşdariya nav qada siyasetê yek ji rêxistina herî mezinî çekdar a Kolombiyayê FARji lîsta terorê hatiye derxistin.


Rêxistina FARCê di sala 2002an de ketibû lîsta terorê ya Yekîtiya Ewropayê û di meha Îlonê ya 2016an de jî ji bo demekê ji lîsta terorê hatibû derxistin.


Rêxistina FARCê li gel hikûmeta Kolombiyayê gihîşte rêkeftinê û bi çavdêrî û serpereştiya Netewên Yekbûyî çekên xwe radest kirin û niha endamên wê rêxistinê beşek ji siyaseta wî welatî pêk tînin.


Li Kolombiyayê ji ber şerê navxweyî yê ku qasî 50 salan dewam kir kêm zêde 260 hezar kes mirin û 6 milyon kes jî ji cî û warên xwe bûn.