Zelensky: Hevpeymanên me nêwerin biryarê li ser mûşekên dûravêj bidin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku welatên Rojava newêrin di têkşikandina mûşek û dronên Rûsyayê de alîkariyê bidin Ukraynayê.

Zivistan di rê de ye û balafirên şer ên Rûsyayê jî li asmanên Ukraynayê ne û êrişî wêstgehên elektrîk, gaz û sotemeniyê yên Ukraynayê dikin.

Şerê Ukayna û Rûsyayê berdewam e û hejmarek wêstgehên gaz û sotemeniyê yên Ukraynayê hatine wêrankirin yan jî ziyan dîtine lewma zivistaneke dijwar li hêviya Ukraynayê ye.

Li bereyên şer jî artêşa Ukraynayê di rewşeke ne baş de ye.

Di çend hefteyên borî de hêzên Rûsyayê gelek gundên din ji destên Ukraynayê derxistin. 

Zelensky dubare dixwaze rê were dayîn, ew mûşekên dûravêj ên ku Amerîka, Brîtanya û Almanyayê dane wan di êrişên kûrahiya axa Rûsyayê de bên bikaranîn.

“Newêrin kar li ser vê meseleyê bikin”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hevpeymanên xwe rexne kir û wiha got:

"Eger hevpeyman bikarin bi hev re mûşek û dronan li asmanê rojhilata navîn bixin xwarê, çima biryareke wan a hevawayê wê ji bo xistina xwarê ya mûşekên Rûsyayê nîne?

Ew newerin kar jî li ser vê meseleyê bikin.”

Amerîka ji ber metirsiya çêbûna şerê rasterast ê bi Rûsyayê re ne amade ye, di vê mijarê de çiraya kesk ji bo Kyivê vêxe.

Amerîka: Siyaseta me neguheriye

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder li ser destûrdayîna mûşekên dûravêj wiha got:

"Li gel zêdebûna vî şerî piştevaniya me ya ji bo Ukraynayê zêde bûye lê heta niha siyaseta me neguheriye.“

Her wiha piştî Amerîkaytê Almanya duyemîn dewleta piştevan a herî bihêz a Ukraynayê ye.

Almanyayê jî helwesta xwe neguherandiye, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz li ser meseleyê wiha got:

"Almanyayê biryara xwe bi zelalî daye ku çi dikin û çi nakin. Biryar nehatiye guhertin.”

6ê Tebaxê Ukrayniyan bi dijwarî êrişî herêma Kurskê ya Rûsyayê kir û rûberekî berfireh girt.

Nêzîkî 100 gundan hatin kontrolkirin û çend pir hatin teqandin.

Hêviya wan ew bû ev yek bibe sedema belavbûna bala artêşa Rûsyayê da ku destê xwe ji ser Ukraynayê sist bike. 

Lê belê artêşa Rûsyayê ragihandiye ku 10 gundên wê herêmê hatine kontrolkirin û hêzên Ukraynayê bi paşde vekişiyane.