Almanyayê ji bo ku rê li ber koçberiyê bigire dest bi operasyoneke mezin kir

Dusseldorf (Rûdaw) - Almanyayê ji bo ku rê li ber koçberiya qaçax bigire dest bi operasyoneke mezin kir.

Di van rojên dawî de 340 polîsan li 5 eyaletên Almanyayê avêtine ser hejmareke zêde ya mal û dikanên ku gumana wan bi qaçaxçîtiya koçberan re heye.

Polîsê Almanyayê ragihand, 18 gumanbar hene, temenê wan di navbera 23 û 57 salî de ye ku ji ajokar heta qaçaxçiyên sereke di nav wan de hene.

Di operasyonê de 5 kesên ku welatiyên Sûriye û Îraqê ne hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên ku bi destê bernameya Dîasporayê ya Rûdawê ketine piraniya wan Kurd in.

Li gorî polîsê Almanyayê, wê şebekeyê heta niha 140 koçber ji Balkanan her yek bi 700 euroyî anîne Almanyayê.

Ji kesên ku naxwazin li Almanyayê bimînin jî bi 500 euro ew digihandin welatekî cîran.

Ji wan 2 kesan karê şandina pereyan dikiriye.

Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji Almanyayê bi fikar in.

Berlîn dixwaze ji roja Duşemê ve ji bo 6 mehan xalên kontrolê li ser sînorên xwe ava bike ku rê li ber koçberan bigire.