Îtalya, Holenda û Brîtanyayê şebekeyeke qaçaxçîtiyê girt

Dusseldorf (Rûdaw) - Di operasyoneke hevpar a Îtalya, Holenda û Brîtanyayê de şebekeyeke qaçaxçiyên koçberan hat girtin.

Li bajarekî Holendayê barhilgireke ku 600 qutikên avjeniyê tê de bûn hat girtin ku piraniya wan ji bo zarokan e.

Li bajarê Zwolleyê yê Holendayê di operasyona hevpar a polîsên Îtalya, Holenda û Brîtanyayê de 600 qutikên avjeniyê hatin bidestxistin.

Ajansa Neteweyî ya Tawanan a Brîtanyayê (NCA) ragihand ku qutikên avjeniyê ji bo derbaskirina koçberan a bi beleman bû ku ji Kanala Îngilîzî koçber derbasî Brîtanyayê tên kirin.

Lêkolerê ajansê Jack Bear da zanîn, qutikên avjeniyê yên ku hatine bidestxistin kesî ji xeniqînê rizgar nakin û ji aliyê qaçaxçiyan ve tenê ji bo razîkirina koçberan dihatin bikaranîn.

Qutikên avjeniyê di barhilgirekê de bûn ku şandibûn Îtalyayê, piştre jî ji Holendayê dê ber bi Fransayê ve bihatana şandin.

Kesên ku qutikên avjeniyê vediguhastin hatin desteserkirin ku yek ji wan 23 salî ye.

Hefteya borî 6 zarok û jineke ducanî jî di nav de 12 koçber li Kanalê xeniqîn.