Karîkaturîstê Îtalî: Min tenê dikarî bi vî awayî malbata Hakan Arslan hembêz bikim

Hewlêr (Rûdaw) - Karîkaturîstê navdar ê Îtalyan Gianluca Costantini tekîldarî şêwaza radestkirina hestiyên Hakan Arslan ê k di dema qedexeya derketina derve ya 2ê Kanûna 2015an a li navçeya Sûr a Amedê de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin, got: “ “Ev dîmenek trajîk bû. Min ê xêz nekiriba nedibû.”

Hestiyên Hakan Arslan piştî 7 salan di 29ê Tebaxê de di telîsekê de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hat kirin. Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe wergirt, ji bo defnkirinê birîbû Erzeromê.

Gelek saz û dezgehên Kurdî li hemberî şêwaza radestkirina hestiyên Hakan Arslan nerazîbûn nîşan dabûn û herwiha nedana tabûtekê bo cenzazê hatibû rexnekirin.

Karîkaturîstê navdar Gianluca Costantini karîkaturek li ser dema bavê Hakan Arslan hestiyên di telîsekê de hilgirtiye xêz kir û ligel vê nivîsê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribû: “Dadgeheke parêzgeha Amedê ya li başûrê rojhilatê Tirkiyê, hestiyên Hakan Arslan ê ku di operasyoneke leşkerî de li bajêr jiyana xwe ji dest dabû, piştî nêzîkî 7 salan di kîsekî plastîk de bi awayekî bê merasîm radestî malbata wî kirin.”

Costantini di destpêka nivîsa xwe de wiha got: "Hakan Arslan û bavê xwe li kolanên Stenbolê ne."

"Ew wêneyek pir trajîk bû"

Li ser pirsa Rûdawê ya “Te dema cara ewil ew bavê Kurd dît, çi hîs kir?” Constantini got, "Ew wêneyek pir hestyarî û trajîk bû. Bêguman tundî hebû. Hestiyên kur di destê bavê wî de ne; bifikirin ku wan hestiyan berê digot bavo.”

Costantini got: "Divê cenazeyê kesek bi vî awayî teslîmî malbata wî neyê kirin, ev bêwate bû. Min tenê bi xêzkirinê dikaribû piştgiriya malbata Hakan Arslan bikim. Ez ji Îtalyayê tenê dikarim bi vî awayî wan hembêz bikim."

Karîkaturîstê Îtalî herwiha hêviyên xwe ji bo gelê Kurd anîn ziman û got, "Ez ji gelê Kurd re jiyaneke aram û aştiyane dixwazim."

Gianluca Costantini wêneyê Alan Kurdî yê ji malbateke xelkê Kobanî ku roja 2ê Îlona 2015an de cenazeyê wî li peravên navçeya Bodrumê ya Muglayê hatibû dîtin û yek ji dîmenên herî trajîk ên rewşa mirovatiyê tê dîtin jî xêz kiribû.