Putin û Esed derxistina 'hêzên biyanî' ji Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Viladimir Putin li Moskowê pêşwazî li  Serokê Sûriyê Beşar Esed kir û li gor medyaya Rûsyayê, herdu aliyan derbarê “derketina hêzên biyanî ji Sûriyê” gotûbêj kirine.

Serokê Sûriyê Beşar Esed, doh Duşemiyê 13ê Îlona 2021an ji nişka ve bi serdaneke neragihandî gihîşt Moskowê.

Koşka Serokatiya Rûsyayê, Kremlînê jî îro Sêşemê 14ê Îlonê ragihand, ku Vladimir Putin pêşwazî li Beşar Esed kiriye û herdu aliyan di civînekê de rewşa Sûriyê gotûbêj kirine.

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Putin di vê hevdîtinê de ji ber encamên erênî yên hilbijartinên serokatiya Sûriyê û bi boneyî jidayikbûna wî, pîrozbahî li Esed kiriye.

Li gor medyaya Rûsî, di civîna ligel Esed de, Putin gotiye ku pirsgirêk li Sûriyê “hêzên biyanî yên nerewa” ne ku nahêlin ew welat yek bigire.

Putin herwiha gotiye, ji sedî 90ê xaka Sûriyê niha di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de ye.

Di demekê de tê gotin ku %90 ji axa Sûriyê di kontrola hikûmeta Şamê de ye, ku nêzîkî %30 ji axa Sûriyê ku Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din li xwe digire, di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk de ye.

Herwiha li bakurê rojavayê welat, piraniya rûberê parêzgeha Idlibê û Efrîn, li bakurê welat jî ji Ezazê heta Bab û Cerablusê û ji Girê Spî heta Serê Kaniyê di destê komên çekdar ên Sûrî û artêşa Tirkiyê de ye.