Rewşa Selman Ruşdî ber bi başbûnê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê navdar ê pirtûka "Ayetên Şeytên" Selman Ruşdî ku li New Yorkê di konferansekê de dema ku li ser dikê bû hatibû kêrkirin, ji rewşa xirab a girêdayî cîhaza bêhnstendinê derket û dest bi axaftinê kir.

Menajerê Selman Ruşdî piştrast kir ku nivîskar rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe û dikare biaxive.

Romannivîsê Hind Selman Ruşdî bi birînên giran rakirin nexweşxaneyê lê hevalê wî yê nivîskar Aatish Taseer li ser Twittera xwe parve kir ku ew êvara Şemiyê ji rewşa xirab a girêdayî cîhaza bêhnstendinê derketiye û dest bi axaftinê kir, bi ser de henek jî kirine.

Êrîşkar tawana xwe red kir

Menajerê Selman Ruşdî, Andrew Wylie, bêyî ku hûrguliyên zêdetir bide ev agahî piştrast kirin ku Hadî Metar, ku duh di êrîşa li dijî Ruşdî de hatibû girtin, li ser tawanên hewldana kuştinê û êrîşê qebûl nekir. Daxwaza wî berdana bi kefalet hat redkirin.

Ji Biden peyama Ruşdî

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kêrkirina Selman Ruşdî diyar kir Ruşdî îdealên bingehîn ên wekî wêrekî û qayimiyê vedihewîne.

Joe Biden got, “Ev kevirên avakirina civakeke azad û vekirî ne. Em pabendbûna xwe ya bi van nirxên Amerîkî re ji bo piştgirîya Ruşdî û hemû kesên ku azadiya raderbirînê diparêzin dubare dikin.”

Çi qewimî?

Nivîskar Selman Ruşdî yê ku demeke dirêj e li New Yorkê dijî, dema ku roja Înê li Enstîtuya Chautauqua ya li nêzî bajarê Buffaloyê li ser dikê ji aliyê Hadî Metar ê 24 salî ve hat kêrkirin ku Rêberê olî yê Îranê li ser wî fetwaya kuştinê dabû.

Di êrîşê de zêdetirî 10 derbên kêran li Ruşdî ketin ku yek ji wan li stûyê wî ket.