Trump tund axivî: Dê hesab ji wan were pirsîn

Navenda Nûçeyan – Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber bûyerên nijadperestiyê yên li Virginia Charlottesville, rastgirên tund û neo nazî şermezar kir û ragihand: “Hesab ji tawanbaran dê were pirsîn.”

 

Donald Trump betlaneya xwe ya New Jerseyê zû bi dawî anî û vegeriya Washingtonê. Trump li Koşka Spî daxuyaniyek da û li ser bûyerên nijadperestî yên li Viginia Charlottesville axivî û rastgirên tund û naziyên neo şermezar kir.

 

Di dawiya heftê de ji ber ku Trump komên nijadperest şermezar nekiribû, ji aliyê gelek kesan ve hatibû rexnekirin.

 

Trump komên Ku Kluk Klan, neo nazî û herwiha komên ku serdestiya spiyan îdia dikin û nefretê belav dikin, weke "kirêt" bi nav kir.

 

Herwiha Donald Trump diyar kir, ku dê ji tawanbaran hesab were pirsîn.