Hîkmet: Pêşmerge beşdarbûna operasyonên Hewîce û Tileferê weke erk dibîne

Washington (Rûdaw) – Berpirsê Ragihandina Wezareta Pêşmerge General Helgurd Hîkmet ragihand, ku pêşmerge hêzeke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî ye. Di vê çarçoveyê de ji bo parastina tevahiya mirovahiyê dê kar dike.

 

Ev çend roj e Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) berpirsên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo gotûbêjkirina qonaxa piştî kontrolkirina Mûsilê û plana hêzên hevpeymanan a li ser DAIŞê, vexwendiye Washingtonê.  

 

Li paytexta Amerîkayê Washingtonê welatên endamên Hevpeyamniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê kom bûn û biryar dan ku hewlên xwe yên ji bo jinavbirina DAIŞê bileztir bikin û di paşerojeke nizîk de li hemû deverên cîhanê dawiyê bi xîlafeta DAIŞê bînin.

 

Di civîna 72 welatan de li Waşintonê biryar hat dayin, ku li Iraq û Sûriyê zêdetir alîkariya hevpeymanan were kirin da ku ew navçeyên di destê DAIŞê de mane zûtir bêne kontrolkirin.

 

Di heman demê de biryar hate wergrtin, ku rêkarên tundtir ji bo jinavbirina bermayên DAIŞê werin girtin û hewl bidin hizra tundrewiyê li wan navçeyan ku dibin destê DAIŞê de mabûn, were paqijkirin.

 

Berpirsê Ragihandina Wezareta Pêşmerge General Helgurd Hîkmet jî di civîna Hevpeymaniya Navdewletî de amade bû.

 

Di avahiya Pentagonê de berdevkê hêzên iraqî û hêza pêşmerge behsa serkeftina hêzên xwe yên li dijî DAIŞê kirin. Hêzên Hevpeymanan diyar kirin, ku ew amade ne zêdetir alîkarî bidin hêzên iraqî.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon ji Rûdawê re got: “Iraqî bi xwe dê planan daynin û biryar bidin ka dê li kû derê şerê DAIŞê bikin. Em jî dê hevkariya wan bikin.”

 

Mijara “gelo dê pêşmerge beşdarî operasyonên paşerojê bibe yan ne?” yek ji rojeva giring a civîna li Pentagonê bû. Hate gotin, ku dê rêveberiya siyasî ya Hewlêr û Bexdayê vê mijarê yekalî bike.

 

Berdevkê Hêzên Hevbeş ên Iraqê General Yehya Resûl got: “Pêşmerge hêzeke leheng e û şer kiriye, şehîd daye. Wan alîkarî daye hêzên iraqî. Heta vê saetê jî hevkariya me dikin.”

 

Hêzên Pêşmerge jî amade ye ji bo hevkariya li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî.

 

Berpirsê Ragihandina Şaneya Şer a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê General Helgurd Hîkmet jî di vî mijarî de da xuyakirin: “Pêşmerge hêzeke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî ye. Di vê çarçoveyê de ji bo parastina tevahiya mirovahiyê dê kar dike. Beşdarbûna operasyonên kontrolkirina Hewîce û Tileferê jî weke erkê xwe dibîne.”

 

Biryare nûnerên pêşmerge û Artêşa Iraqê, li wîlayeta Florîdayê serdana Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê CENTCOMê bikin.