Li San Francisco ya Amerîkayê êrişa çekdarî

Navenda Nûçeyan – Li bajarê San Francisco yê Amerîkayê êrişeke çekdarî pêk hat û li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

 

Li eyaleta Kalîfornya ya Amerîkayê kesekî çekdar li bajarê San Francisco yê vê eyaletê teqe li xelkê kiriye.

 

Li gorî agahiyên destpêkê yên medyayên xwecihî, di encama bûyerê de 2 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

 

Hêzên polîs derdora cihê bûyerê dorpêç kirine û rêyên hatinûçûnê daxistine.

 

Li gorî zanyariyan, bûyer li nêzîkî avahiyekê li cadeya San Bruno rû daye.

 

Herwiha hatiye ragihandin, ku kesê çekdar piştre gule li xwe jî daye û niha li Nexweşxaneya Giştî ya San Franciscoyê ye.

 

Derbarê sedema teqekirina wî kesî û herwiha nasnameya kesê êrişkar de ti zanyarî nehatiye zanîn.