Donald Trump li Koşka Spî fitar da

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rojiya meha Remezanê li Koşka Spî fitar da.

 

Nûnerên dîplomatîk ên welatên Misilman ku li Washingtonê wezîfedar in, beşdarî fitara Koşka Spî bûn.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya fitarê axaftineke kurt kir û got ku meha Remezanê ji bo hemû Misilmanan girîng e û têkiliya Misilmanan xurt dike.

 

 

Trump wiha axivî: "Ez rojî û Remezana hemû Misilmanên dinyayê pîroz dikim, ji bo min rûmetek e ku Koşka Spî mazûvaniya xwarina vê fitarê dike."

 

Heta sala 2016an nêzîkî 20 salî li Koşka Spî fitar dihat dayîn, lê sala ku Trump dest bi wezîfeyê kir, ew sal fitar nehat dayîn. Trump wek serok fitara ewil par dabû.