Li Amerîkayê du balafir li hev ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Alaskaya eyaleta Amerîkayê du balafirên behrê ku rêwiyên keştiya cruiseyê tê de bûn, li hewa hev ketin û 5 kes canê xwe ji dest dan, 10 kes birîndar bûn.

 

Li gor medyaya Amerîkayê li başûrê rojhilata Alaskayê du balafirên behrê ku rêwiyên keştiya cruiseyê tê de bûn, li hewa hev ketin.

 

Di qezayê de yek jê pîlot 4 jê rêwî 5 kesan canê xwe ji dest dann, 10 kes birîndar bûn, kesek jî hêj winda ye.

 

Rayedarên tenduristiyê jî da zanîn ku ji birîndaran rewşa yekî giran e.