Rûsya: 180 çekdarên biyanî li Ukraynayê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandiye ku di bombebarana bingeha Yavorovskiy a li parêzgeha Lviv de li nêzîkî sînorê Polanda û Ukraynayê, 180 çekdarên biyanî hatine kuştin û bireke zêde ya çekan ku ji welatên derve hatibûn pêşkêşkirin, hatine jinavbirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, welatê wî dê êrîşên xwe li ser çekdarên biyanî yên li Ukraynayê berdewam bike.

Îgor Konaşenkov diyar kir, Rûsyayê çekên menzîldirêj û zîrek bikar anîne ji bo ku li Yavorovskiy û saziyeke din bixe, tekez jî dike ku herdû cih ji bo rahênana çekdarên biyanî dihatin bikaranîn.

Konaşenkov da zanîn, rêveberiya Kyivê wargeheke niştecihbûnê li bajarê Lvivê kiribû navenda rahênan û amadekirina çekdarên biyanî daku li dijî Rûsyayê şer bikin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê destnîşan kir ku li vê herêmê baregeheke embarkirina çekan û kelûpelên leşkerî yên ji welatên biyanî hat avakirin û wiha got: "Me sibeha 13ê Adarê bi teqwiyeya dûravêj li navendên perwerdeyê yên hêzên çekdar ên Ukraynayê yên li gundê Starîçî û qada perwerdeya leşkerî ya Yavorovskiy da. Di encamê de, nêzîkî 180 çekdarên biyanî û hejmareke mezin çekên biyanî hatin jinavbirin.Jinavbirina çekdarên biyanî yên ku digihêjin axa Ukraynayê dê berdewam be."

Rûsya: Me 3,736 tesîsên binesaziya leşkerî yên Ukraynayê kirine armanc

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov da zanîn ku heta niha bi tevahî 3 hezar û 736 tesîsên binesaziya leşkerî yên artêşa Ukraynayê hatine derbkirin û got, “100 balafir, 139 balafirên bêmirov anku dron, 1234 tank û wesayitên zirxî, 122 roketavêjên pirlûle, 452 obus û hawan, 1013 wesayîtên leşkerî yên taybet ên artêşa Ukraynayê hatin rûxandin.”

Konaşenkov herwiha diyar kir ku 8 jê zarok 44 kes ji bajarê Mariupol ê li başûrê Ukraynayê û li ser Deryaya Azovê hatine derxistin.