Kurê Beşar Esed derket holê

Hewlêr (Rûdaw) - Hafiz Esedê kurê Beşar Esed piştî rûxîna desthilata bavê xwe cara yekem di vîdeoyekê de derket holê.

Vîdeo 12ê Kanûn Paşîn hatiye belavkirin û Hafiz Esed li kolaneke Moskowê bi rê ve diçe.

Vîdeo tenê 9 çirkeyan didome û Hafiz diyar dike ku hesabên wî yên Telegram û Xê hene.

“Belê, her du jî yên min in”

Hafiz Esed di vîdeoyê de dibêje, "Ji min tê pirsîn bê ev her du hesabên X û Telegramê yên min in an na.

Min xwest ez vê yekê zelal bikim. Belê, her du jî yên min in û ji bilî van ti hesabên min ên medyaya civakî nînin."

Di Telegramê de li ser hesabekî ku tê gotin ê Hafiz e behsa rojên dawî yên desthilata Beşar Esed tê kirin.

Vîdeoya navborî ji her du hesaban jî hat belavkirin.

Desthilata malbata Esed, piştî nîv sedsalê 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an qediya.