Hilbijartinên parlemantoyê li Katalonya birêve diçin

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Parlamentoya Katalonya îro destpê dike û pirsa serxwebûnê dirûşma hilbijaertinan ne.

Îro mafê dengdanê yê 5 milyon kesan heye, deng di hilbijartinên Katalonyayê de bidin, ku dibe encamên asta xizmetkirina xelkê, di serdema coronayê de, bandorê li ser beşdarîkirin û encaman bike.

Hilbijartin, di çarçoveya rêkarên tund ên li dijî Coronayê de, birêve diçin. Bi şevê demjimêr 10, qedexeya çûnûhatinê tê ragihandin û nabe kesek li derve bimîne. Wan rêkaran wiha kiriye, ku nêzîkî 300 hezar kesî, bi rêya postê deng bidin.

Mamosteya yasa û zanista siyasî li Zanîngeha Opnî ya Katalonyayê Anna Sofya dibêje: “Bandora vê vîrusê li ser encama hilbijartinan heye. Em dibînin daxwaz li ser dengdana elektronî zêde bûye. Amarên beşdariya xelkê ji hilbijartina Portugalê nêzîk dibin, lê bi wê radeyê jî nizim nabin, ji ber ku li vê derê li Katalonyayê pirsa serxwebûnê heye, xelk dikeve tevgerê.”

Di hilbijartinên parlementoya îsal de, pirsa serxwebûna Katalonyayê hatiye germkirin, ku xewna %92 ji xelkê wê herêmê ye.

Pirsên niştimanî wiha kiriye ku, partiyên daxwaza serxwebûna Katalonyayê dikin, heta dema 10 salan, desthilat di destê wan de bimîne.

Berbijêra Junt Per a Katalonyayê Laura Borras jî dibêje: “Ji bo kirina Katalonyayê bi dewleteke serbixwe, di qalibekî komarî de, em di xebata xwe de, berdewam dibin. Em poirsa serxwebûnê çalak dikin. Welat bi arasteyekê de dibin ku bi awayekî aştiyane û demokratiyane berevaniyê di ber xwe de bike.”

Bereyek li dijî serxwebûna Katalonyayê heye, ew jî partiyên ser bi hikûmeta navendî ne, ku dibînin giştpirsiya serxwebûnê, dema borî bû.

Wan Wezîrê Tendirustiya Spanyayê kiriye berbijêrê Partiya Soşyalîst, ku di germa belavbûna coronayê de, xizmet kiriye, ji bo ku bêhtirîn dengan kom bikin.

Berbijêrê Partiya Soşyalîst û wezîrê Tendirustiyê yê berê yê Spanyayê Selvador Îya jî got: “Ev 10 salên borî li Katalonyayê derbas bûn, piraniya xelkê Katalonyayê dixwazin hemû enerjiya xwe, ji bo çareserkirina kêşeyên îro xerc bikin. Tendirustiya xelkê biparêzin, aboriyê vejînin, garantiya wê yekê bê kirin ku kesek nayê piştguhxistin. Hest dikim xelk dixwazin dûr ji hestê tolstandinê wî karî bikin. Nabêjim divê em tiştê ku rû da, ji bîr bikin, lê divê em waneyê ji ezmûnên borî werbigirin.”

Ev du heftî ne, her roj ji 100 hezar kesan, 391 kes li Katalonyayê tûşî coronayê dibin, ji wê hejmarê 65 hezar kesên din, li Spanyayê bi coronayê mirine, bêhtir ji 9 hezar kesî ji Katalonyayê bûn.

Hilbijartin li Katalonyayê, ji tirsa coronayê, li ser bu demên cuda hatine dabeşkirin, kesên bitemen, danê sibehê deng didin û ciwan ji dema nîvro heta 7ê êvarê. Lê ew kesên hilgirên vîrusa Koronayê ne, di wan demimêrên mayî de, deng didin.

Sindoqên dengdanê saet 20:00 têne girtin û kêbirkiya navbera 9 partî û hevpeymanên Katalonyayê, ji bo bidestxistina 135 kursiyên parlementoyê, bidawî tê.