TAYWAN – Berbijêrê nêzîkî Amerîkayê di hilbijartinan de bi ser ket: Çîn dê çi bike?
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hilbijartinan a Taywanê ragihand ku berbijêrê Partiya Pêşketina Demokrasiyê bi ji sedî 98ê dengan li hemberî berbijêrê Partiya Kuomintang (KMT) bi ser ket.
Roja şemiyê Komîsyona Hilbijartinan a Taywanê ragihand ku berbijêrê Partiya Pêşketina Demokrasiyê Lai Ching-te ku nêzîkî Amerîkayê ye ji sedî 40,2 dengan bi dest xist û berbijêrê Partiya Kuomintang (KMT) Hou Yu-ih ku nêzîkî Çînê tê dîtin ji sedî 33,4 dengan bi dest xist.
Berbijêrê Partiya Pêşketina Demokrasiyê Lai Ching-te piştî serkeftina xwe ya di hilbijartinan de got:
“Spas li gelê Taywanê, me bi hev re me di demokrasiyê de qonaxeke nû nivîsand û nîşanî cîhanê da ku em çiqas girîngiyê didin demokrasiyê û em ê ti carî dev jê bernadin.”
Dengdan di hilbijartinên Taywanê de roja şemiyê demjimêr bi dema Taywanê 08:00ê sibehê dest pê kir û demjimêr 16:00an bi dawî hat.
Ji 23 milyon niştecihên giravê, 19,5 milyon kes xwediyê mafê dengdanê ne û ji bo serokek û 113 parlamenteran çûn ser sindoqan.
Her partiyeke Taywanê ji bo ku bikaribe di parlamentoyê de cih bigire divê benda ji sedî 5an derbas bike.
Hilbijartinên serokatiyê di navbera berbijêrên 3 partiyan de bûn ku ji berbijêrê Partiya Pêşketina Demokrasiyê Lai Ching-te, berbijêrê Partiya Kuomintang (KMT) Hou Yu-ih û berbijêrê Partiya Neteweyî ya Taywanê pêk dihatin.
Rêjeya beşdariyê û encamên dengdana parlamentoyê heta niha nehatine eşkerekirin.
Hilbijartinên Taywanê her çar salan carekê têne kirin.
Parlamenterên nû hatine hilbijartin dê 1ê Sibatê dest bi kar bikin û serok û kabîneya nû jî dê di meha Gulanê de dest bi kar bikin.