Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dibêje eger hevkariya mirovî bê rawestandin Sûriye rûbirûyê rewşeke dijwar dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyê de hişyarî da û got: “Eger hevkariya mirovî bê rawestandin ku ji Tirkiyê ve tê şandin, piraniya Sûriyeyiyan rûbirûyê zivistaneke dijwar dibin û dibe ji wê rewşê derbas nebin.”
Roja Duşembê 12ê kanûna 2022an, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di raporekê de ku pêşkêşî Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî kir, got: “Eger gihandina hevkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê di Deriyê Bab el-Hewa re yê bakurê rojavayê Sûriyê bê rawestandin û neyê nûkirin ku di bin kontrola grûpên çekdar ên nêzîkê Tirkiyê de ye, wê demê bi milyonan Sûriyeyî rûbirûyê rewşeke xirab dibin û zivistaneke dijwar derbas dikin.”
Di rapora xwe de Guterres amaje bi wê yekê dide ku wî deriyê sînor rolekî girîng dîtiye daku Neteweyên Yekbûyî bikaribe hevkariya mirovî bighîne wan hemû Sûriyeyiyên ku pêdiviya wan bi hevkariyê ye. Guterres dibêje: “Îro li bakurê rojava, pêdiviya 4.1 milyon kesan ku ji sedî 80ê wan jin û zarok in, bi hevkariyê heye.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ligel Rûsya hevkariya mirovî li hinek navçeyan pêşkêşî Sûriyeyiyan dike, lê ew hevkarî nabe alternatîfa wê hevkariya zêde ya Neteweyên Yekbûyî ku bo koçberên Sûriyê dabîn dike.
Guterres got: “Ji destpêka îsal ve, Neteweyên Yekbûyî 374 karwanên mirovî gihandine Sûriyê û rasteras zêdeyî 665 hezar kesan sûd jê wergirtine. Lê pêdiviya proseya hevkarîkirinê bi berfirehkirinê heye daku piştrast bibin ew hevkarî digihe destê hemû Sûriyeyiyekî.”
Meha Tîrmeha borî, Encûmena Asayîşê ya Netweyên Yekbûyî, daxwaz ji Sekreterê Giştî kir daku raporekê derbarê nûkirina erkê ajansên Neteweyên Yekbûyî de amade bike daku hevkariya mirovî di Deriyê Bab el-Hewa re bighînin koçberên Sûriyê. Lê Rûsyayê hewl daye wê hevkariyê kêm bike bi armanca di siberojeke nêzîk de wê hevkariyê rawestîne.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, zêdeyî 7 milyon û 500 hezar kes li derveyê navçeyên di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de dijîn û piraniya wan jî li navçeyên bakur û bakurê rojavayê Sûriyê dijîn û ji wê hejmarê jî pêdiviya zêdeyî 6 milyon 800 hezar kesan bi hevkariya mirovî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse