Şîrîn Îbadî: Yekitiya Ewropa ti karek bo pêkhateyên Îranê nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediya Xelata Nobela Aştiyê, Şîrîn Îbadî dibêje, “Mixabin, Ewropayê ew yek nîşan daye ku li gel xelkê nîne. Wan dikarî bi awayekî gelek hêsan alîkariya xelkê Îranê bikin, lê ew yek qet nekirin”

Şîrîn Îbadî piştî konferansê ji Rûdawê re ragihand, Yekitiya Ewropayê, ti karek ji bo piştgiriya pêkhateyên li nava Îranê nekiriye û dibêje Ewropa dikare bi kiryarên hêsan, ji bo piştevaniya xelkê Îranê pêngavan biavêje.

Xwediya Xelata Nobela Aştiyê, Şîrîn Îbadî dibêje, “Mixabin, Ewropayê ew yek nîşan daye ku li gel xelkê nîne. Wan dikarî bi awayekî gelek hêsan alîkariya xelkê Îranê bikin, lê ew yek qet nekirin. Weke mînak; di demekê de ku jinên Îranê ev 40 sale li dijî hîcabê radiwestin û niha jî hinek ji wan ji ber girênedana destmalê di zindanan de ne, lê dîplomatkarên jin ên Ewrûpayî ku diçin Îranê, destmalê girê didin.”

Şîrîn Îbadî diyar dike, “Nûnerên parlemena Ewropayê ku diçin Îranê, destmalan davêjin serê xwe. Ez ji wan dipirsim ku ka çima wisa dikin? Çima bi reftarên xwe hikûmeta Îranê neçar nakin ku guhdariya jinên Îranê bikin.”

Herwiha Şîrîn Îbadî pêşniyar dike ku dîplomatên jin ên Ewropa dema serdana Îranê dikin, weke nerazîbûnek li hember hîcaba bi zorê ya li Îranê, bila desmalê nexin serê xwe.