Ji hevjîna xwe aciz bû, 35 kes kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Zilamê ku ji şertên hevberdanê ne razî bû û “ji hevjîna xwe aciz bû” bi otomobîlê da nav xelkê, 35 kes kuştin û 43 kes jî birîndar kirin.
Li gorî nûçeya Reutersê, bûyerê şeva borî li bajarê Şiangcouyê yê Çînê li komplekseke werzişê rû da.
Ajokarekî bi otomobîla xwe ya SUV da nav mirovên ku werziş dikir.
Hat zanîn ku navê wî Fan Mou ye û ew 68 salî ye.
Fan Mou di îfadeya xwe de got ku ew û hevjîna xwe li ber hevberdanê ne û ji ber şertên hevberdanê û parvekirina malê xwe aciz bûye.
Polîsê Çînê jî eşkere kir ku Fan Mou hatiye girtin û beriya ku were girtin bi kêrê xwe birîndar kiriye.
Birîndar li nexweşxaneyên li bajêr tên dermankirin.
Serokê Dewletê yê Çînê Xi Jinping xwest ku ji bo dermankirina birîndaran hemû îmkan bên seferberkirin û berpirsiyar bi awayê herî giran bên cezakirin.
Li hêla din, dîmenên dema bûyerê bi kamerayan hatin qeydkirin.