Beriya 10 rojan navê wê ketibû pirtûka Guinnessê: Di 104 saliya xwe de mir

Hewlêr (Rûdaw) - Dorothy Hoffnera 104 salî ya ku xwe bi paraşûtê avêtibû û navê wê ketibû Pirtûka Rekoran a Guinnessê mir.

Berdevkê Komeleya Paraşûtê ya Chicagoyê têkildarî mirina Hoffnerê de got, “Wê jiyaneke balkêş û bi coş jiya.”

Têkildarê sedema mirina Dorothy Hoffnerê ti agahî nehatin parvekirin.

Hoffner yekem car dema 100 salî bû xwe bi paraşûtê avêtibû û herî dawî 1ê Çiriya Pêşîn ji bilindahiya 4 hezar metreyan bi paraşûtê xwe avêtibû.

Hoffnera ku 7 xulek li hewayê ma gotibû, “Pir xweş bû, tiştek baştir nîne.”

Hoffner, 10 roj piştî ku navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de nivîsand, di 10ê Çiriya Pêşîn de jiyana xwe ji dest da.