Macaristan gefa şandina koçberan li Belçîkayê dixwe

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Macaristanê diyar kir ku ew dê koçberan bi trên û otobusan bişînin Brukselê.

Gefa Macaristanê piştî wê yekê tê ku ji ber miameleya xirab a Bûdapeştê ya li dijî koçberan Yekîtiya Ewropayê 200 milyon euro ceza li wî welatî birî.

Macaristan ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku 200 milyon euroyan ji wan nestîne.

Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbibê ragihand ku îdiayên Macaristanê li dijî erkên wê yên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ne.

Wezîra Karûbarê Koçberiyê ya Belçîkayê Nicole de Mourê jî da zanîn, tiştê ku Macaristan dike “bêrêziya” li Yekîtiya Ewropayê ye û ew ji Macaristanê ti koçberan qebûl nakin.

Şaredarê Brukselê Philippe Close bangî Serokwezîrê Belçîkayê kir ku heger koçber bi otobûsan werin şandin li ser sînor rêgiriya wan were kirin û neyên qebûlkirin.