Li bazareke fêkî ya Pekînê korona derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazareke millî ya paytexta Çînê bajarê Pekînê, korona derket, 45 dikandar bi wê vîrusê ketin û bazar jî hat girtin.

Berpirsên Çînê belav kirine ku korona li bazara Jînfad a fêkî û şînkahî ya Pekînê serî hildaye û 45 dikandar bi koronayê ketine.

Test yek bi yek bo wan kesên bi piyan diçin û şofêran hat kirin ku guman tê kirin ligel dikandaran ketibin temasê. Yazdeh komelgehên niştecihbûnê, sê dibistanên seretayî û şeş bexçeyên zarokan hatin girtin.

Koronayê bi tevahî baweriya zanayan ji dest daye, ne cihê emanê ye û bi xweparastineke dijwar kêm dibe, bi yek rewşê dubare belav dibe.

Çîn ji 83 hezar û 75 kesên pê ketine tenê 74 rewşên çalak têde mane, 46 hezar û 354 kesan jî canê xwe ji dest dane.