Peyva 'Ararat' di navbera Tirkiyê û Çînê de bû pirsgirêkek dîplomatîk
Hewlêr (Rûdaw) – Nivîsa peyva “Çiyayê Ararat” li ser alîkariyên pizîşkî yên ku Çînê ji bo rûbirûbûna koronayê ji Ermenistanê re şandine, bûye pirsgirêkeke dîplomatîk di navbera Çûn û Tirkiyê de. Wezareta Derve ya Tirkiyê ji ber bikaranîna nivîsa “Çiyayê Ararat” li ser wan alîkariyên bo Ermenistanê, daxwaza zelalkirinê ji Çînê kiriye.
Di demekê de ku vîrusa koronayê li cîhanê belav bûye, Çînê hin hevkariyên pizîşkî bo rûbirûbûna vê vîrusê ji Ermenistanê re şandine. Li ser kartûnên wan alîkariyan hevokek wisa hatiye nivîsandin: Bila dostatiya me ji Çiyayê Araratê bilindtir û ji rûbarê Yangtize dirêjtir be.
Tirkiyê li ser bikaraîna Peyva “Çiayayê Ararat” nerazîbûna xwe nîşan daye û daxwaza zelalkirinê ji Çînê kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy ragihand, roja 11ê Nîsanê wan peywendî bi Balyozê Çînê yê li Enqerê û Wezareta Derve ya Çînê li Pekînê kirine û têkildarî nivîsandina peyva Çiyayê Ararat li ser alîkariyên ku ji Ermenistanê re hatine şandin, daxwaza zelalkirinê ji hikûmeta Çînê kirine.
Hamî Aksoy daye xuyakirin, Balyozê Çînê yê li Enqerê ji wan re ragihandiye ku “ew alîkariyê ku ji bo Ermenistanê ve hatine şandin, ji aliyê rêveberiyeke xwecihî ya li Çînê ve hatine şandin û ji aliyê kompaniyeke kerta taybet ji bo Yerîvan a paytexta wî welatî hatine veguhastin.”
Aksoy herwiha diyar kir, “Balyozê Çînê tekez kiriye ku li ser wan alîkariyan bi rênivîsa Çînî hatibû nivîsandin û ti behsa Çiyayê Ararat nehatiye kirin, lê belê ji wan re derketiye ku rênivîsa ingilzî paşê li ser wan hevkariyan hatiye zêdekirin.”
Bi gotina Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Balyozê Çînê ji wan re gotiye ku “li ser vê mijarê wan dest bi lêkolînê kiriye” û amaje bi wê yekê jî kiriye ku “hikûmeta Çînê rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Tirkiyê digire.”
Alîkariyên Çînê yên bo Ermenistanê ji 120 ventilator an amûrên henasedana destkird, du îstgehên oksîcenê, 60 hezar kît, 60 hezar maskên pizîşkî, 280 hezar maskên asayî, 20 hezar berçavkên taybet, 100 hezar cilûbergên taybet bi xweparastina ji koronayê û hin derman.
Çiyayê Ararat, cihê dirustbûna yekemîn Komara Kurdî ya bi pêşengiya tevgera Xoybûn û bi serkirdatiya Îhsan Nûrî Paşa ye.
Çiyayê Ararat yan Agirî dikeve sînorê parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê û hevsînore ligel bajarê Mako li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê, Ermenistan û Azerbaycanê.
Ermenî vî çiyayê wek semboleke xwe ya netewî dibînin û giringiya xwe ya taybet bo Ermeniyan heye.