Tom Fletcher: Hîn gelek Sûriyeyî hewceyî alîkariya mirovî ne
New York (Rûdaw) - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Berpirsê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Tom Fletcher ragihand ku ji çar Sûriyeyiyan sê kes hêj hewceyî alîkariya mirovî ne.ç
Tom Fletcher eşkere kir ku tevgera NYyê li nav Sûriyeyê êdî hêsantir bûye.
Fletcher bersiv da pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr yê li New Yorkê.
Berpirsê NYyê da zanîn ku NYyê îro şandeyek şandiye Rojavayê Kurdistanê û rewşa li wir dinirxînin.
Fletcher eşkere kir ku guherînên dawî yên siyasî û lihevkirinên dawiya hefteyê yên borî ew lêkolînê dikin bê dê bibin alîkar ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin xelkên zêdetir an na.
Qeyrana mirovî berdewam e
Fletcher da zanîn ku meha Kanûna Pêşîn serdana Sûriyeyê kiriye û li Îdlib, Humus, Heleb û Şamê bûye û wî tekez kiriye ku pêdivî bi alîkariyên mirovî hêj gelekî zêde ye.
Fletcher wiha got, "Xelk dixwazin bermayiyên şer bên paqijkirin da ku karibin vegerin malên xwe.
Her wiha dixwazin bigihêjin xwarin, av, derman û karebayê. Behsa karebayê tim dikin.
Dibêjin, 'Eger em van sê pêdiviyên bingehîn bi dest bixin, dê careke din em bibin berhemdar û êdî ne hewceyî cîranên xwe bin'."
Her wiha Fletcher ragihand ku ji ber şidetê ya li Lazkiyê û sînorê Libnanê koçberî zêdetir bûye û vê yekê jî qeyrana mirovî kûrtir kiriye.
Di gihandina alîkariyan de pêveçûn çêbûye
Fletcher destnîşan kir ku tevgera NY ya li nav Sûriyeyê li gorî demên berê hêsantir bûye û bi taybetî hevdîtinên bi rayedarên birêvebiriya demkî ve alîkarî kiriye ku gihandina alîkariyên mirovî hêsantir bibe.
Berpirsê NY got, "Berê li Îdlibê li ser gihandina alîkariyan dixebitîn û li wir bi rayedarên birêvebiriya demkî re di têkiliyê de bûn.
Niha em dikarin rasterast bi rayedarên li Şamê re hevdîtinan bikin.
Dema pêwîst be ji bo vekirina deriyên sînorî em dikarin rasterast bi rayedaran re têkiliyê deynin û çareseriyan biafirînin."
Fletcher eşkere kir ku dê beşdarî Konferansa Bexşînê ya ji bo Sûriyeyê bibe ku roja duşemê li Brukselê tê lidarxistin û dê di raporê xwe de behsa pêşveçûnên di gihandina alîkariyan de bike.
Tom Fletcher di berdewamiyê jî de da zanîn ku hîn jî astengiyên mezin hene.