TAYBET- Sîstema Perwerdeyê ya Çînê
Di dehsalên borî de hikûmetê hilberîneke mezin di qada perwerdeyê de kiriye û pêşketineke berbiçav bi dest xistiye. Xwendin bi çandê ve hatiye girêdan.
Du hezar û 500 sal berê, fîlozofê Çînê yê mezin ji gel xwest ku bixwînin û perwerdeyê bike da ku dilxweş bin.
Ji ber vê yekê Çîn, gel, Partiya Komunîst û hikûmet giringiyeke mezin dide xwendinê û bi disiplîneke cidî perwerdeyê dimeşînin ku niha Çîn bûye aboriya duyemîn a mezin a cîhanê.
Bi vî awayî, ew dixwazin milet bi awayekî din jî dilxweş bibe.
Çîn berdewam mesrefên perwerdeyê di pêşiya karên xwe de daniye û armanca wê ew e ku veberhênana perwerdeyê ji 4 zêdetir a hilberîna xwe ya navxweyî bike ku dike zêdetirî 851,793 milyar dolar.
Sal bi sal ev hejmar zêde dibe. Ev pere piştgiriyê dide meaşên mamostayan, bipêşxistina binesaziyê, çavkaniyên dîjîtal, perwerdeyê pisporî û çêtirkirina perwerdeyê li gundan.
Mamosteyê zimanê Îngilîzî Şîn Lî Fêng li ser sîstema perwerdeyê got:
"Di bin rêberiya hikûmet û serokên hemû astan de, hemû dibistan li pêşveçûna tendurist a ciwanan digerin.
Dibistana me jî pêşvebirina berfireh a exlaq, zekayê, tenduristiyê, bedewiyê û karînên karkirinê yên xwendekaran pêşve dibe. Li dibistana me, xwendekar demeke zêde ji bo çalakiyên werzîşê hene.
Mînak, dema zû tên dibistanê, ew dikarin biçin bazdanê li qadê. Paşê, me 15 xulek heye di navbera dersan de û zarok dikarin biçin qada lîstikê ji bo çalakiyan.
Her wisa, her sibeh me derseke 30 xulekî heye û zarok têne qada lîstikê ji bo bazinê.
Her roj me dersa werzîşê heye, niha min poleke werzîşê heye. Her roj di nîvro de zarokên me 40 xulekan çalakiyên derve li qada lîstikê li dar dixin."
Perwerdeya seretayî
Çîn giringiyê dide perwerdeyê zarokên destpêkê. Rêjeya tomarkirina zarokan di bexçeyê zarokan de gihîştiye nêzî ji sedî 85an.
Li Çînê giringiyeke mezin bi perwerdeyê zarokan tê dayîn û di navbera dersan de kelûpelên rehetiyê ji wan re hatine amadekirin û her ders 15 xulekan navber heye. Lêdan û êşandina zarokan bi her awayî qedexe ye.
Gotina Şarezayê Perwerdeyê:
Navenda Lêkolînê ya Bipêşxistina Bernameyên Perwerdeyê û Pirtûkên Xwendinê, Akademiya Zanistên Perwerdeyê ya Pekînê Wang Kaî got:
"Di sîstema perwerdeyê ya me de, divê zarok hîn bibin ku xwe li gel pêşerojê biguncînin, beşdarî karên civakî bibin û beşdarî karên navneteweyî bibin.
Em dibêjin sîstema bernameyê, bername naverok û bi pêşveçûna zarokan e. Ji ber vê yekê Çîn her tim reformê di bernameyê de dike.
Reform di bernameyên xwendinê de her deh sal carekê, em bi giştî belgeyên siyaseta bernameyê rêk dixin û li wan vedigerin, di nav de plan, standardên bernameyên mijaran û pirtûkên xwendinê.
Ji bo ku Çîn li gel civakên navneteweyî hevrê be û beşdarî karên civakî û guherînên navneteweyî bibe, di standardên bernameyên amadehiyê yên 2017an yên Çînê, çend mijarên me hene, wekî Îngilîzî, Japonî, Rûsî, Frensî û Îspanî.
Di standardên bernameyên me de, me standard ji bo 20 mijaran daniye ku piraniya wan zimanên biyanî ne.
Bi rêya zimanên biyanî, zarokên me dikarin wan wek pireyekê bi kar bînin ji bo têkilî bi cîhanê re ava bikin û ji guherînên cîhanê fêm bikin û beşdarî karên cîhanê bibin. Ev yek ji aliyan e.
Her wisa, di xwendinê mecbûrî de Îngilîzî, Japonî, Rûsî, û sê mijarên me di polên 7-9an de hene.”
Dibistana Seretayî ya Pekînê
Ev yek ji dibistanên seretayî yên Pekînê ye ku zêdetirî 5 hezar xwendekar li vê dibistanê dixwînin û 7 birêvebirên wê hene.
Pol û dibistanên Çînê tevlihev in di hemû astên xwendinê û li hemû herêmên Çînê. Teknolojiya zîrekiya çêkirî û teknolojiya modern tevlî kevneşopiya Çînê bûye û wek amûreke girîng tên dîtin ku perwerdekaran Çînê bawer dikin ku bi vî awayî nifşê paşerojê ji bo pirsgirêkên li ber Çînê amade dikin.
Mamosteyê Çînî yê Dibistana Bingehîn a Fu Şuî Hutong Gotina Yuan Rî Şî:
"Em bi hemû hêza xwe hewl didin di dersên xwe de şêwaza perwerdeyê ya modern bi kar bînin, wan tevlî çanda me ya kevneşopî bikin.
Mînak, me nûtirîn teknolojiya AIyê tevlî perwerdeyê helbesta kevn kiriye.
Zarok dikarin bi AIyê re biaxivin û hewl bidin wêneyan ji helbesta kevn biafirînin ku em dixeyal dikin.
Bi vê rêyê, em dikarin fêmkirina zarokan a çanda me ya kevneşopî baştir bikin û teknolojiyê wek amûrek ji bo bi pêşxistina dersên xwe bi kar bînin.
Her sal jî bazina zanist û teknolojiyê û festîvalên hunerê û hwd hene, ji bo nasandina çand û hunera navneteweyî ya nûjen bi kampusê re da ku zarok karibin ezmûnên zêdetir bi dest bixin û bi vî awayî bibin nifşeke nû ya Çînî ku li ber bi cîhanê ve diçe."
Xwendina li Çînê
Xwendina bingehîn û navîn neh salan xwendina mecbûrî di xwe de digire. Rêjeya tomarkirinê ji bo xwendina seretayî ji sedî 99 e. Li Çînê rêjeya wan xwendekaran ku xwendina navîn temam dikin zêdetirî ji sedî 94 e.
Malbatên Çînê serkeftina zarokên xwe di xwendinê de girîngtirîn tişt e ji wan re û yek ji erka girîng a dê û bavan e ku zarokên xwe bixin ber xwendinê.
Xwendina navîn a bilind an amadeyî li Çînê ne mecbûrî ye, ku temenê 15-18 salan digire lê rêjeya tomarkirina wê nêzîkî ji 89e.
Ev ast her du bernameyên akademîk ên wêjeyî û zanistî di xwe de digire tevî xwendina pîşeyî... Rêjeya xwendewariyê li Çînê gihîştiye ji sedî 99,8.
Çend gotinên xwendekarê pola şeşan a komên duyem Gu Wên wiha ne:
"Bi piranî em gelek zanînên bîrkariyê hîn dibin.
Her wiha, mamoste me rêk dixin ji bo beşdarbûna çendîn çalakiyên bîrkariyê yên balkêş, wek neh lînk, lasayîkirin, sudoku û hwd.
Di heman demê de mamoste gelek rêbazên balkêş bi kar tîne ji bo rêberiya me di hînbûna bîrkariyê de, wek çalakiyên gotarê di Akademiya 'Area' de.
Mamoste me han dide ku bi çalakî pirsgirêkan çareser bikin ku ne tenê derbirînên me baştir dike lê her wiha zanista me cihgir dike.
Ez ji pola yekem ve mijûlî dersdayîna hevkêşe û puzzlean im û berê zêdetirî 1600 pirsgirêk min li ser platformên vîdyoyên kurt çareser kirine. Heftê me 5 heya 6 dersên bîrkariyê hene.
Di dema pêvajoya dersdayinê de, em multîmedyayê ji bo dersan bi kar tînin, her wiha mamoste ji bo dersdayinê projector û amûrên din bi kar tînin, da ku em zelalîtir bibînin."
Wergirtina Zanîngehê
Wergirtina zanîngehan bi rêjeya yekem li ser bingeha ezmûna Gaokaoyê, ezmûneke neteweyî ye ji bo wergirtina kolejan û zanîngehên Çînê ku pêşbirkeke mezin li ser heye. Di sala 2023yan de nêzîkî 12,91 milyon xwendekar xwe ji bo ezmûna Gaokaoyê tomar kirine. Xwendina bilind bi awayekî berbiçav firehtir bûye û niha zêdetirî 2,700 zanîngeh û kolej li Çînê hene.
Zanîngeheke baş bandoreke rasterast li ser pêşvebirina jêhatîbûnê û şansa mezintir a bidestxistina derfeta karî dike.
Zêdetirî 18 milyon perwerdeker û mamoste di hemû astan de hene. Rahênana mamostayan û mûçe xalên girîng in ji bo baştirkirina beşa perwerdeyê, bi taybetî li herêmên gundan, da ku zêdetir mamostayên şareza û çalak bikişînin.
Mamoste Kian Ji 18 sal in mamoste ye li vê dibistanê û behsa girîngiya têkiliya mamoste bi malbata xwendekaran û civînên sê-alî yên xwendekaran dike.
Li gel gazîkirina dê û bavên xwendekaran, ew diçin malên xwendekaran jî ji bo dilniyabûn ji rewş û qada xwendekaran li malê.
“Rola dê û bavan gelekî girîng e”
Mamosteyê Dibistana Bingehîn a Fu Şuî Hutong Kian Ji li ser perwerdeyê got:
"Di heman demê de, zarok rojane nîvroyeke bi tam li dibistanê dixwinînin ku hemû jê hez dikin.
Piştî xwendinê, ew pirî caran bîra dersên xwe, çalakiyan û xwarina nîvroyê ya bi tam dikin li dibistanê.
Di heman demê de, ez bawer dikim pêşveçûna zarokan jî li ser hewldana dê û bavên wan radiweste.
Dibistana me bi berdewamî konferansa dê û bav û mamoste li dar dixe da ku dê û bav agahdar bin ji rewşa xwendin û jiyana zarokên xwe li dibistanê û her wiha beşdarbûna wan di çalakiyan de.
Bi heman awayî, mamoste bi berdewamî serdana malên xwendekaran dikin ji bo ku fêm bikin ji jiyana zarokan û têkiliyeke kûrtir bi dê û bavên wan re hebe.
Her wisa, me rojeke vekirî heye ji bo dê û bavan ku dikarin werin kampusa me û biçin polên me û bi zarokên xwe beşdarî dersan bibin û guhdariya dersên mamoste bikin û pêşniyarên avakirî ji mamoste re binivîsin.
Her wiha, ew han didin xwendekaran ku li dibistanê û bi mamosteyan re kar bikin."
Meaşê mamosteyan li Çînê
Meaşê mamoste li Çînê wekhev e bi meaşê xizmetên medenî ku li gor yasayên Partiya Komunîst a Çînê meaşekî cihgir e û ji 1, 500 dolarî kêmtir e.
Li bajarên mezin di navbera 1,100 heya 1, 500 dolar e û li herêmên gundan di navbera 400 heya 800 dolar e û carinan diyarî tê dayîn ji mamosteyan re li beramberî hewldan û çalakiyên zêde yên mamosteyan.
Li navenda xwendinê li Çînê mamoste navend e. Wek ku hûn dibînin, bi çepikldanekê hemû xwendekar aramiya polê diparêzin.
Çîn bi vê tê nasîn ku di nav dibistan û polan de hejmara xwendekaran zêde ye lê karkirina bi kom û hînbûn, her wiha rêzgirtina zêde ji mamoste demekî dirêj dike û dem jî zêde ye ji bo ku xwendekar fêrî dersan bibin.
Dem û betlaneya xwendina li Çînê
Li Çînê xwendekar 5 rojan ji hefteyê ji saet 7:30yê sibehê heya 5:30yê êvarê li dibistanê ye, zêdetirî 8 saetan di rojê de û ev dirêjtirîn dema mayînê ye li dibistanê di cîhanê de.
Xwendekar li hember miqdarekî kêm pere rojane ji aliyê dibistanê ve xwarinê nîvroyê werdigirin. Ji bo her xwarinê kêmtir ji 2 dolar e û li herêmên gundan ev xwarin ji xwendekaran re bê pere tê dayîn.
Xwendekarê pola şeşan a bingehîn Yang Hai Tong li ser xwendina xwe got:
"Ez pirr ji dibistana xwe hez dikim, ji ber ku dibistana me dîrokeke dirêj heye. Di sala 1368an de li parkê hatiye avakirin û dîroka wê zêdetirî 650 sal e.
Di polê de, ne tenê dersên kevneşopî hene lê mamoste hin dersên li ser çanda kevneşopî jî pêşkêş dikin.
Her wiha em xwedî çalakiyên kluban û dersên muzeyan û dersên xwendina Çînî û kulûbên wêneyan û kulûbên xweşnivîsê ne.
Dersa min a herî xweş xwendina Çînî ye. Di xwendina Çînî de em dikarin gelek dîrokê hîn bibin, di nav de çend gotinên baş ên Konfûçyûs û Laozî ku em jê hez dikin Her wiha ez pir ji mamosteyan xwe hez dikim.
Gelek caran em hinek merasîmên rêzgirtinê di nav kampusê de dikin.
Her tim ew gotina kevn di bîra me de ye; rêzgirtin ji mamosteyan û qîmetdayîna rêyê ma. Her wiha di jiyana rojane ya me de, em ji mamosteyan û dersên xwe pir hez dikin.
Bi rastî ez ji dersên dibistana xwe kêfê werdigirim, wek dersa çanda kevneşopî, di nav de xwendina Çînî û dersên hunerî yên ku ez jê hez dikim.
Di van dersan de, ez dikarim gelek agahiyên balkêş hîn bibim û xwe dilxweş bikim, ev jî pêşveçûna min rengarengtir dike."
Qedexekirina dersên taybet
Dersên taybet ji bo mijarên dibistanên serekî li Çînê bi hemû awayî qedexe ne.
Xwendekar li Çînê xwedî pirtirîn erkên malê ne, gelek caran pêwîst dike zêdetirî 5 saetan mijûlî dersên xwe bin.
Ji ber vê yekê di sala 2021ê de Çînê siyaseta "du carî kêmkirinê" dest pê kir ku armanca wê kêmkirina zexta akademîk bû li ser xwendekaran û bi awayekî dadperwerî. Ders bi bikaranîna kelûpel û teknolojiya modern tên hînkirin û her tim bi awayê komî tên hînkirin.
“Xwendekar di nav hevahengiyê de ne”
Mamosteyê zanistê Şu Xuan jî li ser perwerdeyê got:
"Em gelek teknolojiyê bi kar tînin ji bo ku alîkariya zarokan bikin da ku baştir hînî zanistê bibin, wek bikaranîna mîkroskop û amûrên projeksiyonê.
Ev amûr dikarin alîkariya zarokan bikin ku nimûneyên jiyana rastîn di dema rastîn de pêşkêş bikin da ku zarok karibin ji hev fêr bibin.
Ji bo hevkariya komî, her pol tê dabeşkirin li ser 10-11 komên biçûk, her kom kesekî berpirsiyar heye ku berpirsiyar e ji bo hevahnegkirina çalakiyên hînbûnê yan ezmûnên xwe-rêberkirî yên her kesî.
Kesê berpirsiyar diyar dike ku kî berpirsiyar e ji bo tomarkirina pirtûka rêberiya çalakiyan, dabeşkirina keresteya ezmûngehê, yan jî komkirina madeyên ezmûnê bi berçavgirtina taybetmendiyên her zarokî di dema ezmûnê de.
Zarok dikarin baştir erkên ezmûnî di çalakiyên komî de temam bikin."
Teknolojiya di warê perwerdeyê de
Di navenda polan de xwendekar dikarin sûdê ji teknolojiya modern wergirin ku Wezareta Perwerdeyê çavkaniyên dîjîtal yekxistiye, bi taybetî ji bo herêmên dûr û gundan ku zêdetirî ji sedî 90ê xwendekaran dikarin bigihên înterneta bi lez.
Teknolojiya zîrekiya çêkirî di asta ezmûnê de li piraniya dibistanên Çînê berdest e.
Destpêkên wek "Înternêt + Perwerde" armanc dikin ku valahiyan dagirin û milyonan xwendekar sûdê ji çavkaniyên online werdigirin, bi taybetî li wan herêmên ku çavkaniyên perwerdeye kêmtir hene.
Rêvebirî û bandora Partiya Komunîst a Çînê û hikûmetê tenê bi tundî li ser polê dibistanan jî diyar e.
Wekî ku di wêneyan de tê dîtin, li nav polên dibistanan jî xwendekar bi pol û bi kom kar dikin, dixwînin û beşdarî çalakiyan dibin û hîn dibin.
Zexta li ser xwendekaran û tenduristiya derûnî
Zextê li ser xwendekaran û tenduristiya derûnî mijarek e ku li Çînê tê dîtin, bi taybetî sîstema Gaokaoyê û pêşbaziya akademîk a tund zextek berbiçav dide ser xwendekaran.
Li beramberî vê Çînê di sala 2021ê de siyaseta "du carî kêmkirinê" dest pê kir, bi armanca kêmkirina erkên malê û sînorkirina dersdayîna piştî dersan ji bo kêmkirina bargraniyên akademîk li ser xwendekarên dibistana seretayî û navîn.
Ev siyaset qaîdeyên tund ên li ser dersên taybet jî di xwe de digirt, bi taybetî ji bo mijarên nav bernameyên neteweyî ku wek STEM tên nasîn û mijarên bîrkariyê, çînnasiyê, zanist û Îngilîzî digire.
Ev di demekê de ye ku ev girîngtirîn mijar in ku di perwerdeya Çînê de girîngî pê tê dayîn û xwendekar neçar in ku nimreyên bilind di van mijaran de bi dest bixin.
Wang Kai li ser perwerdeyê wiha got:
"STEM kurteya zanist, teknolojî, bîrkarî û endazyariyê ye ku her wiha qada yekkirina bernameyê di STEMê de ye. Disîplînên me rêk dixe. Çîn her tim STEMê wek têgehek û cûreyek bernameyê di tevahiya perwerdekirina behremendî de dîtiye, di nav de perwerde û dersdayîna me.
Ji ber vê yekê, di hînbûna bingeha projeyan de, me yekkirina zanîna gelek disîplînî û rêkxistina têgeha STEMê di projeyê de bi dest xistiye.
Her wiha ji ber ku pirsgirêk ji cîhana rastîn tê, zarok ji vê hez dikin, ji ber ku jê hez dikin, ew veberhênanê dikin.
Ji aliyekî ve pêşvebirina zanînê ye û ji aliyekî din ve avadaniya têgeha STEMê di projeyê de.
Pêşxistina berjewendiyan hizra bingehîn a bicîhanîna STEMê di perwerdeyê de li Çînê, ku daxwaza yekkirina du xetên serekî dike."
Werzîş û rahênana xwendekaran
Werzîş û rahênana komî beşek diyar û girîng e ji sîstema perwerdeyê ya Çînê, gelek caran ew qas tund û tol rêk xistî ne ku mîna kampeke rahênana leşkerî xuya dikin.
Rojane saetek zêdetir tê terxankirin ji bo xwendekaran li dibistanên Çînê ku ew tevger û lîstika werzîşê di nav qadên dibistanan de bikin da ku derûneke rast û cihgirtîtir hebe û her wiha amadebûneke baş hebe ku ders bi germî û çalaktir wergirin.
Dersa welatparêziyê
Yek ji dersên din li Çînê dersa welatparêziyê ye ku girîngiyeke mezin pê tê dayîn û xwendekar hînî dîrok û nasname ya Çînê dibin.
Di navbera kampusê dibistanan de wêneyên serkirde û siyasetmedarên Partiya Komunîst hatine hilawistin da ku ji wan re hîn bibin ku xizmeta welat bikin.
Li ber deriyê dibistanan di dema temambûnê de, qelebalix çêdibe û polîsên taybet hatine danîn ji bo ewlehî û rêkxistina wan.
Eger malbat nikarin otobûsa taybet ji bo zarokê xwe terxan bikin, divê malbat bi xwe hatin û çûnê bi zarokê bikin. Nabe ku zarok bê serpereştî hatin û çûna dibistanê bike.
Perwerdeya çandiniyê li dibistanan
Ev ê ku li paş min tê dîtin baxçeya dibistanê ye, ku ji bo dersên zanistê û hînbûna çandiniyê ye.
Hefteyane û rojane li dibistanên Çînê mijarên çandiniyê tên xwendin, û paşê cihên taybet hatine danîn hem ji bo destşûştinê hem jî ji bo şûştina wan kelûpelên çandiniyê ku berhem anîne û paşê cihên taybet li kêlekê hatine danîn ji bo avêtina bermayan û paşmayan ên ku di cihê taybet de tên dabeşkirin: ew ên ku tên dîsa bikaranîn û ew ên ku nayên dîsa bikaranîn.
Li vir li dibistanên Çînê her tişt bi awayekî rêkxistî hatiye rêkxistin.