Komkujiya Helebceyê li Kongreya Amerîkayê hat bibîranîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kongreya Amerîkayê, di 37emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de bernameyek hat lidarxistin.
Kurdên li diyasporayê, endamekî Kongreya Amerîkayê yê ji Sûriyeyê, Berpirsê Maseya Îraqê û Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê beşdarî bernameyê bûn.
Nûner bi navê Wezareta Karên Dervê ya Amerîkayê pêbendiya xwe ya ji bo piştgiriya Helebce û Herêma Kurdistanê dupat kir.
Berpirsê Maseya Îraqê û Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Aaron Nuetnen li ser Komkujiya Helebceyê got:
“Komkujiya Helebceyê ne tenê bûyereke dîrokî ye her wiha îro jî bi hezaran kes ji malbatên xwe dûr in.
Heta niha jî pêwîstiya bi hezaran rizgarbûyên êrişa Helebceyê bi çareseriya tenduristiyê heye.
Îro me hemûyan çîroka rizgarbûyên Helebceyê bihîst û dît, ew barê giran ê ku wan hilgirtiye, ew barê ku bîra me hemûyan tîne, erkê me ew e ku rê li ber dubarebûna wê bûyerê bigirin û kiryarên wê rûbirûyî berpirsyariyê bikin.
Ji ber vê jî di 37emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de dixwazim ji dil sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û rizgarbûyan re bixwazim.
Her wiha piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dupat bikim.”
Di bernameyê de yek ji rizgarbûyên Helebceyê çîroka xwe û Komkujiya Helebceyê anî ziman.
Her wiha bersiva wan pirsan jî da ku beşdaran li ser Helebce û doza nasandina Komkujiya Helebceyê pirsîn.
"Divê wekî komkujî were nasîn"
Rizgarbûyê Komkujiya Helebceyê Dr. Yerîvan Seîd anî ziman:
“Ev bibîranîna girîng li Kongreyê tê kirin, ji ber ku Kongre cihekî ku qanûn lê tên danîn e.
Wekî mînak eger tu bixwazî Enfal an Helebceyê wekî komkujî bê nasîn, ev e ew cih e ku Helebce û Enfal wekî komkujî tê nasîn.
Ji ber vê ev sedemek e ku were karîn hêdî hêdî lobî ji bo doza Helebce û Enfalê bê kirin û doza komkujiya Kurdan ber bi pêş ve were birin da ku hevşêweyê hin welatên Ewropî ku Helebce û Enfal wekî komkujî nas kirine, li vir jî bi heman awayî wekî komkujî were naskirin.
Wekî me dît endamê Kongreyê li vir bû, li ser Helebceyê axivî ku endamekî nû bû, cara yekem hatibû hilbijartin, nûnerê Wezareta Karên Derve jî li vir bû ku li ser Helebceyê axivî.”
37 sal di ser Komkujiya Helebceyê re derbas dibin lê heta niha birîna Helebceyê ji bo Kurdan zindî ye û Kurd dixwazin ev doz li asta navneteweyî û li Kongreya Amerîkayê jî wekî komkujî were nasandin û cîhan ji bîr neke.