Termê koçberekî din Kanala Ingilîz de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Fransayê dîtina termê koçberekî di Kanala Ingilîz de li nêzîkê peravên Calaisê ya Fransayê piştrast kirin.

Roja Înê 10ê Kanûna 2021ê belemeke masîgirên Fransî dema di nav deryayê de kar dikirin, termê koçberekî di torên wan de maye asê û yekser hêzên deryayî yên Fransayê agahdar kirine.

Polîsên deryayî yên Fransayê gehiştine wê derê û term veguhestine Calaisê, li gor zanyariyên destpêkê tê gumankirin ku term ê yekî ji wan 27 koçberan be ku roja 24ê Mijdara 2021ê di Kanala Ingilîz de xeniqîn.

Hevdem berpirsên Brîtanyayê amaje bi zêdebûna pêla koçberan ber bi welatê xwe didin û Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ragihandiye ku di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de nêzîka hezar û 185 koçber bi rêya Kanala Ingilîz gehiştine Brîtanyayê.

Herwiha dide zanîn ku piraniya wan koçberên hewl didin bigihin Brîtanyayê xelkê welatên Yemen, Sûdan û Iraqê ne.