Galeriya wêneyan

13-11-2021
18 Photos
RÛDAW

Poland rijd e li ser venekirina sînor li ber koçberan û roj bi roj jî hejmara koçberên ku li ser sînorê wê kom dibin, zêde dibe.

Beşeke zêde ya wan koçberên ku li ser sînorê Belarûs û Polandê asê mane û dixwazin biçin welatên Ewropayê, Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê û di vê werza zivistanê de jî rewşa koçberan xerabtir dibe ku hejmareke zêde ya jin û zarokan jî di nav de hene.

Hinek alîkarî digihijin destê koçberan, lê koçberekî Kurd dibêje, “Ew ne alîkarî ye, tiştek bi ber min neket, rewşeke wiha ya xerab nebûye.”

Polîsê Polandê duh ragihandibû ku derdora 4 hezar koçber li ser sînor kom bûne û hejmara wan jî her ku diçe zêde dibe.

Hikûmeta Polandê ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan, sînorê xwe yê li gel Belarûsê tundtir kiriye û nêzikî 15 hezar endamên hêzên ewlekariyê li xeta sînor bicih kirine.