Kurdekî li Danîmarkayê ji bo hişyarkirinê li ser madeyên hişbir kar dike

Dusseldorf (Rûdaw) – Serokê rêxistina Hevkariya Mirovahiyê Şiwan Deloyî yê li Danîmarkayê, ji bo hişyarkirina xelkê Herêma Kurdistanê li ser madeyên hişber kar dike.

Di bîr û xeyala piraniya Kurdên diyasporayê de planek ji bo çûyîna Kurdistanê û xizmeta welêt heye û hinekan jî ew plan kirine rastî.

Serokê rêxistina Hevkariya Mirovahiyê Şiwan Deloyî yek ji wan e ku li Danîmarkayê dijî.

Di civaka Danîmarkayê de wekî diransaz serkeftî bû lê wî girîng dît ku li Kurdistanê jî xizmetê bike.

Di gelek waran de û nemaze ji bo hişyarkirina xelkê li ser madeyên hişbir ew xebitî.

Şiwan Deloyî bi rêya Skypeyê bû mêvanê bernameya Diyasporayê û li ser projeya xwe ya nû got:

"Piştî ku me meha Hezîranê bihîst ku bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê zêde bûye, me biryar da ku bi mebesta rûbirûbûna madeyên hişbir em bi rêya rêxistina xwe alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin."

Şiwan Deloyî di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Em li gel komîteya nehiştina madeyên hişbir a Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiyê dikin û me projeyek ji bo nehiştina madeyên hişbir amade kiriye.

Ji meha 7an bi rêya panel û semîneran heta niha em li ser kar berdewam in."

Her wiha Deloyî got:

"Me wekî Rêxistina OHCyê ya Hevkariya Mirovahiyê 2012an dest bi kar kir û niha me bi sedan afîş ji bo hişyarî û metirsiyên bikaranîna madeyên hişbir ji bo hemû temen û qonaxan amade kirine.

Piştî hilbijartinan em dê dest bi belavkirina wan li hemû navendên xwendinê bikin."

“Bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê belav bûye

Şiwan Deloyî eşkere kir ku bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê gelekî belav bûye û dest bi ser kargeheke berhemanîna madeyên hişbir de jî hatiye girtin.

Deloyî destnîşan kir ku ew sûdê ji tecrubeya rêxistineke Amerîkayî ya taybet bi nehiştina madeyên hişbir ku li gelek welatan kar kiriye û ezmûneke wê ya gelekî baş heye werdigirin û ew dixwazin wê ezmûnê bînin Herêma Kurdistanê.

Serokê rêxistina Hevkariya Mirovahiyê her wiha anî ziman:

"Li Herêma Kurdistanê em bi 2 qonaxan kar dikin.

Yekem çawaniya rûbirûbûn û pêşîlêgirtina li bikaranîna madeyên hişbir e, ya duyem jî çawaniya dermankirina kesên ku madeyên hişbir bikartînin e."